Kurdistan li hemberî koronavirus serkeftî bû, lê Cehş virus?

Hemû Kurdên cîhanê li hember wan rêkarên Hikûmeta Kurdistanê yên li beranber nehiştina belavbûna Korona virusê bi serkeftî dizanin û hemû Kurdên niştimanperwer jî bi vê serkeftina Hikûmeta Kurdistanê şanaziyê dikin û destxweşiyê li hikûmeta Kurdistanê û bi taybetî Mesrûr Barzanî û hemû kabîneya wî û hemû kedkar û xebatkarên kerta tendirustiyê dikin.

Mixabin ev dosyeya Mistefa Selîmî wê şanazî û dilxweşiya Kurdên hemû cîhanê li gewriya wan de hişt û êdî gelek kesên niştimanperwer û Kurdperwer wê serkeftina Kurdistanê danîne aliyek û li hêviyê ne ku Hikûmeta Kurdistanê û Dadgehên Kurdistanê di derbarê wan tawanbarên dosyeya Mistefa Selîmî de jî gavên girîng bavêje.

Li roja 11.04.2020 Dr Cotyar Adil Peyvdarê Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê dosyeya Mistefa Selîmî de belav kir û eşkere kir ku Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê fermana pêkanîna lîjneyekî ji bo lêkolîna vê babetê derxistiye. Her wiha endamên wê lîjneyê û navê wan jî hate ragihandin ku ji van kesên xwarê pêktê.

Newroz Emer Mihyedîn Serokê Fermangeha Yasayî ya Encûmena Wezîran, Serokê Lîjneyê ye
Emîd Ebdulhekîm Ebdulkerîm Mamend, Birêveberê Nivîsîngeha Serokê Dezgeha Asayîşa Herêmê, Endame
Emîd Umêd Zirar Fethulla, Dawakarê Giştî yê Dadgeha Hêzên Navxweyî / 1, Endame
Newzad Hemîd Mihemmed, Serokê Desteya Pişkinîna Kargêrî / Wezareta Navxo, Endame
Emîd Salih Osman, Birêveberê Nişîngeha Silêmanî, Endame
Emîd Hekîm Ezîr Hemelaw, Birêveberê Beşa Polîsê Pênciwên, Endame

Niha çavê hemû Kurdistaniyan û hemû niştimanperwerên Kurdên cîhanê li ser biryara vê lîjneyê ye ku adalet û dad cihê xwe bigre û yasaya Kurdistanê jî birastî serwer û li ser hemû kesekî berpirs be.

Ji ber ku ev karê hatiye kirin, ne li gor yasayên navdewletî, ne li gor yasayên Iraqî, ne li gor yasayên Kurdistanî, ne li gor yasayên hemû dîn û mezheban û ne li gor yasayên civakiya Kurd û Kurdistaniyane. Eve binpêkirineke ku li gor hemû yasayên nivîskî û ne nivîskî ku civakê de heye.

Em hêvîdarin wê serkeftina ku Kurdistan beranber Koronavirus de nîşanda, heman serkeftinê li beranber Cehş virus de jî nîşan bide ku rûmeta Kurd û Kurdistaniyan li bin piyê dijminên Kurd û Kurdistaniyan nehêle û cote serkeftineke dîrokî encam bide. Her wiha bike Newroza piştî Korona virus û Cehş virus.

Botan Kurdistanî

Nerîna min :