Nivîsar

Han: Xiyanet pêkhatineke cinsî û genetîkî ye

Endezyarê Çandiniyê Abdulbarî Han li ser rûpela xwe ya taybetiya facebookê babetek di derbarê dosyeya Mistefa Selîmî ya bi navê (Xiyanet pêkhatineke cinsî û genetîkî ye) belav kiriye.

Abdulbarî Han bi kurtî behsa rûdana radestkirina Mistefa Selîmî dike û heman demê de wan kesên ku vê tawanê encam dane şermezar dike. Her wiha behsa çîrokeke dike ku di dema rûdana 16 cotmehê de belavkiribû û pêwîst dibîne careke din wê babetê belav bike.

Endezyarê Çandiniyê Abdulbarî Han dibêje: Emê hemû mirinê tam bikin, dema min mirina Hêro Talebanî bihîst ev çîrok hate bîra min. Komek xortên Serhedî diçin Herrana bajarê Rihayê danustandinê dikin û dixwazim ji xwe re hespeke bi esil û resen bikirin û ji bo vê jî li çewlikan digerin. Xort li ber çewlikekê hespeke xweşik dibîne û dixwaze bikire, lê xwediyê hespê dibêje: Tu miroveke mêrxas û bi resenî ev hesp kêrî te nayê. Lê belê xort tekez dike û dixwaze bikire. Xwediyê hespê û çewlikê jêre dibêje şecereya vê hespê de tê gotin ku dapîra dayka vî hespî dema çem û rûbarek dibîne, heta xwe têde niqûm neke ji rûbarê derbas nabe. Heta tu bigihî herêma Serhedê hûnê gelek ji çem û rûbaran derbas bibin. Ez ditirsim ev hesp li gel barê ser pişta xwe, eger xwe niqûm bike dibe ku ziyanê bigihîne te û barê te, ji ber wê yekê ez naxwazim vê hespê bidim te. Lê mixabin xort girîngiyê nade esalet û reseniya hespê wê dikire. Tevî hevalên birêdikevin û rastî rûbarek tên, hespên hevalên wî hemû yekser derbas dibin lê hespê wî naxwaze ji çem derbas bibe. Lê siwarê hespê zextê lê dike û hesp li nîvê avê de xwe niqûm dike û barê hespê û ew xort her yek bi aliyek ve diçe. Xort bi alikariya hevalên xwe ji xeniqandinê rizgar dibe. Digihin qeraxê çem, xort ji hevalên xwe re dibêje ez dixwazim dev ji jina xwe berdim û wê telaq bidim. Hevalên wî dibêjin ma tu bi xwe ketî nava avê, çi tawana jina te heye. Xort sond dixwe û telaqê xwe davêje û dev ji jina xwe berdide. Hevalên wî jê dipirsin ji bo çi? Ew jî meseleya reseniya hespê ji wan re dibêje û her wiha dibêje berî ez şû bikim û vê jinê bînim, hevalekî min gotibû dayika vê keçikê bi mêreke din re hatiye girtin. Min ji şecere û resenî û esaletê bawer nekiribû lê piştî vê meseleya hespê ez têgihiştim. Paşê li gel hemû hevalên bi bêdengî rêya xwe didomînin. Lê ji aliyê din ve karwanek rastî wan tê û yek ji wan bi xemgînî ji wî xortî re dibêje, jina te bi xorteke din re reviyaye. Ew jî bi dengeke bilind dibêje min bi şahidiya hevalên xwe wî telaq daye. Wekî meseleya cins û genetika hespê ya mirovan jî wisa ye.

Li meseleya Hêro de jî wisa ye, bavê Hêro Ibrahim Ehmed yek ji damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistanê bû, xiyanetê li Mele Mistefa Barzanî û hevalên xwe kir û wan li nîvê rê bi cîh hişt û xwe gihand dijminên wan. Vêca zarokên Hêro jî Kerkûkê firotin û xiyanetê li Kurdistanê kirin. Eger li cins û genetika mirovan de xiyanet û qehbîtî û leşfiroşî hebe, ev yek her rojekê derdikeve û eşkere dibe. Li salên 1966 an de jî ew kesên bune sebep Talebanî xiyanetê bike bibe bi cehşê 66 an jî her ew jin û bavê xwe bûn.

https://www.facebook.com/groups/1617620125165947/permalink/2478166752444609/
Back to top button