Polîtîk

Kurdistan ji qeyranê derdikeve

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li çarçoveya serdana xwe ji bo Duhokê tevî hêzên navxwe yên Parêzgeha Duhokê ji Asayiş, Polîs, Berevanniya Sivîl û Parastina Jîngeh civiya.Serokwezîr di peyvekê de amaje bi rola bi bandorê hêzên navxwe kir ji bo parastina asayişa Herêma Kurdistanê, ku tevî pêşmerge yên egîd erkê xwe ji  boparastina Herêma Kurdistanê ji hewlên têkderane bi cih anîne, ku hembêz kirina hijmareka zêdeya koçber û penaberan rastiya vê erkê pîrozê wan nîşan dide, ku ji terorê hawara xwe ji Herêma Kurdsitanê anîne.Her wiha amaje bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê da u xuya kir hewla asayî kirina rewşê didin û behsa têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê û qutkirina pişka budceya Herêma kurdistanê ji aliyê Bexdayê û êrişên terorîstên DAIŞê bo ser Kurdistanê û hatina hijmareka zêdeya koçber û penaberan û daketina behayê petrolê kir, ku hemû bi hev re bûne sedemê drustbûna qeyranan û ji ber vê yekê hikûmet bi naçarî sîstema helgirtina mûçe peyrew kir ku yek ji biryarên dijwar bû.

Serokwezîr li civîna tevî hêzên tanhî yên Dihokê xuya kir her çend qeyran bi dawî nebûye, lê nîşanên ku niha derkevtin e, amaje bi vê yekê didin rewşa dujwar derbaz bûye û hikûmet jî hewlê dide rewşa jiyana welatî u karmendan baştir bike u spasiya berxwedan û têgihiştina karmendan û xelkê kir ji bo vê qeyranê.Amaje bi vê yekê jî da piştî derkrina DAIŞê li Musilê têkiliyên bazrganî navbera Duhok û Musilê destpê dike u wek salên berî hatina DAIŞê geşe bike, pêdagirî jî li ser piştgîriya hikûmetê ji bo vê yekê kir.Li pareka din amje bi  pêwîstiya rola hêzên tenahiyê ji bo pêşwazî kirineka şaristanî û sivîl ji geştiyaran kir û divê pilanek baş hebin ji bo kontrol kirina her haleteka nexwastî, ku  dibe alîkar ji bo parastina selamtiya geştiyaran û her wiha pitir geşe kirina abûriya Herêma Kurdistanê.Li dawiyê jî Ferhad Etruşî Parêzgarê Duhokê bi navê hêzên tenahî yên parêzgehê hin têdîtin û rayên xwe derbarê pirsgirêk û pêdawîstî yên hêzên navxwe xiste ber çav û biryar hate dan dîv re çûn ji bo pirsgrêk û pêdawîstî yên wan bihê kirin. 

Back to top button