Civak

Kurdistan di warê biratî û pêkvejiyanê de tecrûbeyeke zengîn e.

   
       
Li Hewlêrê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li serokê Yekêtiya Aşûriyên Cîhanê û şandeya pê ra kir.

Di dîdarekê de behsa kûrkirina canê lêbihurînê û hevduqebûlkirinê di navbera olên cuda de li Îraqê û herêma Kurdistanê hat kirin.

Şandeya mêvan got ku di warê pêkvejiyana olan û hevduqebûlkirinê de herêma Kurdistanê mînakek gelek baş e. Herwesa şandeya Yekêtiya Aşûriyên Cîhanê got ku ji sedam teror û kuştinê gelek mesîhî ji deverên din yên Îraqê qesta herêma Kurdistanê kiriye û ew bi aramî li herêma Kurdistanê jiyana xwe derbas dikin.

Şandeya mêva got ku hemû mafên mesîhiyên herêma Kurdistanê parastîne û ev pêngava hikûmeta herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku herêma Kurdistanê di warê biratî û pêkvejiyanê de tecrûbeyeke mezin e.

Back to top button