Cîhan
Iraq cardin bû gola xwînê
Li angora amara dawî, ya encama teqînên doh ên ku li parêzgehên başûrê Iraqê çê bûn 250 kes bûn qurbanî û hinek ji wan hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.
Doh çend teqînên li duv hev li parêzgehên başûrê Iraqê çê bûn û piranîya qurbanîyên ku kevtin ber de, polîsên Iraqî bûn.
Belê piranîya qurbanîyên teqînên ku li bajêrê Baxdayê çê bûn, hevwelatîyên sivîl bûn û karkirên nava bazaran bûn.
Di encama teqîna bajarê Kût jî de 16 kes hatin kuştin û 87 kes jî birîndar bûn û ew jî hevwelatî bûn.
Ev teqînên han doh li bajêrên Kerkûkê, Besra, Kerbela, Tikrît û Selaheddîn jî çê bûn û bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.