Di saleki de 1000 Gerillayên PKK jiyana xwe ji dest didin
Wezirê karên hundirî ya Tirkiye Beşîr Atalay daxuyakir ku di navbera salên 1990-2009 an de 19 hazar û 946 endamên PKK jiyana xwe ji dest dane. Atalay di pirsekî parlementera BDP ya Batmanê Ayla Akat Atayê de got : Di nav belgeyên me de kesên bi navê İbrahîm Yuce û Mahmut Îlhan nînin.
Atalay da zanîn ku di navbera salên 1990-2009 ê de bi giştî 27 hazar û 905 endamên PKK ji aliyê hêzên ewlekari ya Tirkiyeyê ve hatin girtin ji wan 19 û 946 jiyana xwe ji dest dan û 23 brîndar bûn û 4 hazar û 733 endam jî dîl hatine girtin. Li gor Atalayê di heman demê de 3 hazar û 203 endamên PKK jî teslîm bûn Çend roj berê jî Serfermandarê Tirkiye ya berê İlker Başbug jî digot heta niha 30 hazar endamên PKKî hatine kuştin.
Endamê Konseya Rêveberi ya KCK Murat Karayilan jî digot : Wendakirina hêzên Gerillayên me ne 30 hazare. Wendahiya me 15 Hazare ger em mîlis û welatparêzên xwe jî daxil bikin nêzîkî 20 hazare . Û hejmara kuştinan jî nayê wê wateyê ku têkbirin yan têkçûyîn heye .