Di êrîşa Îranê de 7 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan
Di encama êrîşa obus û hawanê ya artêşa Îranê de ya li hemberî qada Xakurkê ku di bin kontrola gerîlayan de bû, 7 gerîlayên HPG-ê jiyana xwe ji dest da…
Gerîlayên ku nasnameyên wan hatin aşkerakirin, hate diyarkirin ku di 16-17 tebaxê de jiyana xwe ji dest dane.
Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne;
– Şemsettîn Duman yê bi navê kod Kahraman Marînos di sala 1984an de li Colemêrgê ji dayik bûye û di sala 2008an de ji Wanê tevli refên gerîla bûye.
– Kîbar Atok yê bi navê kod Serhat Çelê di sala 1984an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji dayik bûye û di sala 1999an ji Mexmûrê tevli gerîla bûye.
– Beşîr Nadirgerdiyanî yê bi navê kod Şahîn Dêrsim di sala 1992yan de li Urmiyê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.
– Aziz Gulumser bi navê kod: Şiyar Milîtan 1984an li navçeya Xarpêt (Elezîz) Depê hatiye dinê 2003yan de li Almanya tevlibûye.
– Cengiz Işik bi navê kod: Rizgar (Mûş) Ronahî di 1981an de li Mûşê hatiye dinê 2004an li Stanbolê tevlibûye
– Şivan Qamişlo bi navê kod: Mazlûm Qamişlo 1986 an li Qamişlo (başurê rojavayê Kurdistanê) hatiye dinê 2007an tevlibûye.
-Ayhan Gezici bi navê kod: Koçer Koçero 1988an Xîzana Bedlîsê hatiye dinê 2005an li Kelereşê tevlibûye. HPG-ê der barê şehadeta gerîlayan de ev agahî dan;
Heval Serhat di sala 1984an de li Çelê ji dayîk bûye. Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de fedekariyeke mezin kiriye. Di heman êrîşê de Kahraman Yoldaş û Şahîn Dêrsim jî jiyana xwe ji dest dane. Heval Kahraman di malbateke welatparêz de têkoşîn naskiriye û ev yek bi pratîka xwe nîşan daye. Heval Şahîn jî li hemberî zext û zordariyên li hemberî gelê me yên Rojhilatê Kurdistanê bê deng nemaye û tevli refên gerîla bûye. Hevalê me têkoşîneke mezin daye meşandin û ew jî di 16-ê tebaxê de tevli karwanê şehîdên azadiyê bûye. Hevalê Gulumser, Işik, Şivan Qamişlo û Ayhan Gezîcî bi têkoşîna ku kirine fedakariyeke mezin dane.
(ANF)