Polîtîk

Şerrewastandina 8-emîn a PKKê: Gelo Ocalan ciyê xwe diguhere?

 

Her çiqas tê îdia kirin ku PKKê di şer de di ev qonaxa dawî de li pêş e û xwediyê awantaj e jî, şer rawestand. Ev jî diyar dike ku ev şerrawestandina PKKê xwediyê taybetiyekê ye. Wek tê gotin û ji aliyê Murad Karayilanî de jî hatiye diyar kirin, ev şerrawestina PKKê, encama lihevkirina PKKê û hikumetê nîn e. Wek tê zanîn piştî ku Murad Karayilanî diyar kir ku bi dewletê re li hevdu kirine û şer rawestandine, ev yeka ji aliyê hikumetê de hat red kirin û Murad Karayilanî derewçî hat derxistin.

Ev şerrewastandina, şerrawestandina 8-emîn ya PKKê ye. Dema PKKê şer radiwestîne gorî xwe gelek sedeman jî nîşan dide. Ji bona cara 8-emîn jî gelek sedem nîşan dan. Girêdayî şerrewastandina PKKê dîsa gelek minaqeşeyên balkêş û ji rastiyê dûr tên rojevê.

PKKê, cara yekemîn di sala 1993-an de bi projeya Celal Talabanî di dema hikumeta Turgud Ozalî de şerrawestandin pêk anî. Ev şerrawestandina, xwediyê taybetiyetekê bû. Wek tê zanîn jî 17 sal e, li ser vê bûyerê qise tên kirin. Her kes di wê baweriyê de bû, ew şerrawestandina dê dom bike. Lê ji bona ku PKKê, rêxistineke serbixwe û azad nebû, di demeke kurt de encama kuştina 33 leşkeran ew şerrawestandina ji holê rabû.

Vê şerrawestandinê di qada civatî de deşîfre kir ku PKKê hêzeke girêdayî ye.

Piştî ev şerrawestandinê, piştî ku Ocalan hat Tirkiyeyê û gelek vekirî diyar kir dê ji dewletê re bibe alîkar, di sala 1999-an de PKKê şerrawestand. Wê şerrawestandinê demekî dirêj domand. Bi taybetî wê demê gerilayên PKKê bi daxwaza hêzên dewleta tirk çûn li Başurê Kurdistanê bi cîh bûn û li wir li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê bûn hêzeke tehdît û santajê. Dewletê, PKKê li hemberî Herêma Federe bi kar anî, lê dewlet di ev plan û projeya xwe de bi serneket. Ocalan, hate îro jî li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê şerê xwe didomîne. Dewleta Federe ya Kurdistanê wek îsraîla 2-emîn bi nav dike û jê re dijminitî dike.

Lê pişt re PKKê dema berjewendiya hêzên dewleta tirk xwestiye şer kiriye û dema ku berjewendiya wan xwestiyê şer rawestandiye. 

Gelo çima PKKê wusa tevgeriyê ye, divê mirov li avabûna PKKê û li taybetiyên Ocalanî mêze bike.

Wek tê zanîn û bûyerên dirokî jî diyar dikin, “tevgera milî ya neteweya kurd, wek tevgereke her miletekî di destpêkê de gorî qanûn û pîvanên xwezayî domand. Dewleta milî avakirin, serxwebûn û azadiya Kurdistanê kir armanc.

 

“Tevgera neteweya kurd li her beşeke Kurdistanê di bin pêşengiya sinifên serdest û berpirsiyarên edetî yên civatê de hat meşandin. Dema serîhildana Koçgiriyê, Serîhildana 1925-an ya fireh, serîhildana Beytûlşebabê, serîhildana Agriyê, berxwedana Dersîmê bê şirovekirin ev rastiya derdikeve qada analîzê. 

“Hezar mixabin serîhildanên Bakurê Kurdistanê bi zora dewleta kemalîst û kolonyalîst hatin şikandin, neteweya kurd hat qetlîam û jenosîd kirin.

“Pirsgirêka mezintir jî ji aliyê dewleta tirk de hat hûnandin, berpirsiyarên kurd yên xwezayî ji derveyî siyasetê û ji rêvebiriya civatê hatin hiştin.

“Dewleta tirk netewe kurd bêserî, bêmêjî, bêberpirsiyar û bêpêşeng hişt. Çîn û tebeqeyên din ên Kurdistanê jî, xwediyê hêz û teqat nebûn ku ji tevgera Kurdistanê re pêşengî bikin. Loma jî ew hewildanê çîn û tebeqeyên navîn yên Kurdistanê, hemû bi hêsanî hatin hilweşandin.

“Lê piştî salên 1950-yî, di paşila sinifê û civata tirk de çîneke navîn û burjuvaziyê biçûk ya kurd xurt bû. Bi wê xurtbûnê jî, piştî salên 1965-an tevgereke siyasî ya neteweya kurd qewimî, roj bi roj xurt bû. Di sala 1965-an de wek partiyeke îllegal, di sala 1969-an de wek rêxistineke kıtlewî û girseyî ya legal pêş ket. Ev tevgera ji bona dewletê tehdîteke milî ya kurd çê kir. Encama vê pêvajoyê jî, dewleta tirk ji bona tevgera bakurê Kurdistanê ji holê rake, bi darbeya leşkerî ya sala 1971-an hemleyek kir. Lê her çiqas bi sedan kes girtin, êşkence kirin, kuştin, ceza kirin jî, nikarîn pêşiya xurtbûna tevgera Bakurê Kurdistanê bigrin.

“Di wan şertan û qonaxeyê de dewleta tirk li hemberî neteweya kurd û tevgera wê stratejiyeke nû pejirand. Ew stratejî, tevgera kurd ji hundîr de teslîm girtin bû. Ew jî bi sixûr û ajanên dewletê nedibû. Diviya bû ku tevger û rêxistineke xurt li ser navê kurdan bê avakirin. PKKê encama ev stratejiya dewletê hat ava kirin.

“PKKé piştî ku ava bû, hemû hêzên gel, hemû sinif û tebeqeyeên milî, rêxistinên kurd yên zêdetir nêzikî gel, modern, demokrat yên burjuvaziyê biçuk dijmin îlan kir. Li hemberî wan şerekî fizikî yê tunekirinê domand. Li Kurdistanê li gelek bajarên (Li Sîweregê, li Hîlvanê, li Batmanê, li Niseybînê, li Çolemerîgê) Kurdistanê, ji bona ku hêzên civakî bên tasfîye kirin, şerekî çekdar bi alîkariya dewletê hat meşand. Encama van şeran, hêzên civakî û gelek axayên herêmên xistin bin bandora dewletê. Heger îro mala Bucakan û gelek axayên Kurdistanê bi xurtî ketibin bin bandora dewletê, sedem PKKê ye.

“Dewletê, di heman dem de bi wesitaya PKKê, gelê kurd bêwext kişand nav şerê çekdarî û bi şerê çekdarî dîktatoriya leşkerî ya 12ê îlona 1980-yî jî hat amade kirin. Diktatorya faşîst ya leşkerî li Tirkiyeyê hemû hêzên mixalîf, çep, kurdperwer tasfîye kir. Bes dîktatoriya faşîst ya leşkerî û PKKê li ser piya ma.

“Bi tasfiyekirina rêxistinê Kurdistanê yên gel, PKKê li ser navê kurdan bes wek alternatîf ma.

“Ev pêvajoya piştî salên 1984-an her ku çû xurt bû. PKKê him bi alîkariya dewleta Suriyeyê, Îranê, Iraqê û him jî bi alîkariya dewleta tirk xurttir bû.

“Piştî şerê sar jî, PKKê hat realîze kirin. Li hemberî Başurê Kurdistanê û herêma federe bi destê PKKê şer hat meşandin. Lê dewleta tirk û dewletên kolonyalîst nikarîn pêşiya federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê bigrin. Lewra li Rojhilata Navîn projeyeke navneteweyî dest pê kiribû, li pişt gelê Başurê Kurdistanê hêzên mezin yên dinyayê hebûn.

“Di van deh salên dawî de PKKê li Kurdistanê bû desthilatdariya herêmî. PKKê karaktereke nû qezenç kir. PKKê, wek partiya kemalîst bû partiya “bûrokrasiya sivîl û leşker ya kurd”.  Li Tirkiyeyê piştî desthilatdariya M. Kemal Ataturk, rola kemalîstan li Tirkiyeyê çibûye, PKKê jî li Kurdistanê xwediyê ew rol û mîsyonê ye. “

PKKê/Ocalan raste rast bi hêzên bûrokrasiya sivîl û leşker re girêdayî ye û bi wan re tevdigere.

Piştî Partiya AKê bû hikumet, nekokî di navbeyna sivîl û hêzên dewletê de kûrtir bû. Ev şera di qonaxa duyemîn a hikumetbûna Partiya AKê de xurttir û gurtir bû. Bi doza Ergenekonê, Balyozê, darbeyên leşkerî, bi hepiskirina general û serleşkeran hat qonexeke dijwar. Di wê qonaxê de di derbarê Partiya AKê de doza girtinê vekirin, serketina hêzên dewletê bû. Piştî ku Partiya AKê ji aliyê Dadgeha Makezagonê de her çiqas sucdar hat pejirandin, lê nehat girtin; hikumeta Partiya AKê li hemberî hêzên dewletî gavên girîng avêtin. Ev nekokiyan dem dem li lêha hêzên dewletê û dem-dem jî lêha hikumetê derî pêş ket.

Hikumet ji bona ku di vî şerî de biserkeve, her çiqas nikarî makezagoneke nû bixe rojevê jî, di 26 xalên makezagonmê de guhertin pêk anî. Ev guhertina di meclîsê de her çiqas hat pejirandin jî, têra xwe deng negirt, ji referandumê re ma. Hêzên Derwletê û PKKê, MHP û CHPê ji bona ku referandûm çê nebe stratejiyeke dijwar meşandin. Lê di vê stratejiyê de bi serneketin. Pişt re ji bona ku di referandumê de dengên “na” zêde bibin stratejiyek meşandin û bi destê MHPê û PKKê bûyerên provakasyonî pêk anîn. Di van de jî serketin nebû. Eşkare bû ku di referandumê de guhertina di makezagonê de hatiye kirin dê bê “erê” kirin.

Ev jî tê wê wateyê ku hêzên sivîl dê qezenç bikin û dê desthilatdariya xwe xurt bikin; hêzên dewletê (burokrasiya sivîl û leşker/kemalîst) dê wenda bikin. Pişt re jî diyar e, dê tasfiyeyê nû bên rojevê. Rewşa PKKê û danûstandinên Ocalanî dê eşkere û deşîfre bibin.

Kêmtirin di nav gel û civatê de fahmeke wusa heye.

 

                                                                      *****

 

Ocalan, kesekî wek bukelemûnê ye. Pragmatîstekî kirêj û kêsperestekî xerab e. Loma jî hem bi her kesekî, dewletekê, hêzêkê re dikare bibe xulam û hem jî dikare ji wan kes, dewlet, hêzê re bibe dijmin.  

Ocalan heta ku derkeve Suriyeyê bi dewleta tirk re bû. Pişt re bi Suriye, Iraqê, îranê, gelek dewletên din yên bi Tirkiyeyê re xwedî pirsgirêk in re pêwendiya xwe xurt kir. Lê pêwendiya xwe ya dewleta tirk jî domand. Dema ku hat Tirkiyeyê her tiştek teslîmî dewletê kir. Dema ku derket dadgehê jî, ew dewletê ji wî re alîkarî kiribûn deşîfre û tewanbar kir. Diyar kir ku wan dewletan xwastiye ku ew li hemberî Dewleta Tirk şer bike, ew nehatiye lîstikên wan.

Ocalan jî, dibîne ku hêzên ew û PKKê qewimandibûn û xwedî kiribûn dê wenda bikin. Ew nûha dixwaze ku di “dinyaya nû” de ji bona xwe ciyekî çê bike. Loma jî dixwaze ciyê xwe biguhere.

Lê ew cîguhertin gelek hêsan nabe. Lewra ji bona PKKê jî, dema hesabdayînê dê dest pê bike. Çawa ku qetîlên/kujreyên tirkan mecbûr in ku dadgeh bibin û ceza bibin: divê qetîlên kurd jî, ew kesên welatparêz, kadroyên şoreşger kuştine jî dadgeh bibin û ceza bibin.

PKKê dadgeh bibe û hesab bide.

Qetîlên kurdan nikarin di ser hiqûqê re bin.

Şerrawestandina PKKê ya 8-emîn loma xwediyê taybetiyekê ye û ji şerrawestandinên din cûda ye. Sedema şerawesatandinê hewildana enî û cîguhertina Ocalan û PKKê ye.

Divê ev rastiya bê dîtin û gorî wê siyaset, helwest bê nîşandan.

 

Amed, 21. 08. 2010

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

 

 

 

 

Back to top button