Kurdistan aramtirîn cihe

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino spasiya xweragiriya malbatên şehîdên Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerên Amerîka kir û tekez kir, bi saya xwîna Pêşmerge, Herêma Kurdistanê aramtirîn cih li deverê ye.

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino di merasîma rêzgirtina li şehîdên Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerên Amerîka de li bajarê Hewlêrê got: “Her dem pesnê xweragiya malbatên şehîdan dikim û xweşhal im ku ez bi wan re di vê merasîmê de beşdar im.”

Palladino tekez kir, Pêşmerge mezintirîn qurbanî dane. Ev aramiya li Herêma Kurdistanê heye, berhema xwîna şehîdan e, vê yekê jî hîştiye ku hemû pêkhate li Kurdistanê azad bin.”

Konsulê Giştî yê Amerîka piştevaniya welatê xwe ji bo berdewamiya çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir, pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê di bilindtirîn astê de ye.

Herwiha got: “Ji ber azayetiya Pêşmerge, DAIŞ hat jinavbirin. Herêma Kurdistanê aramtirîn cih li herêmê ye û azadiya derbirînê jî lê heye.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: