Cîhan

Kurdên rojhilat dikanên xwe girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo protestokirina îdamkirina 4 çalakvanên Kurd çalakiyek girseyî hat lidarxistin Kargeh û dikanan roja Sêşemê li gelek bajarên Rojhilatê ji bo protestokirina bidarvekirina 4 hemwelatiyên Kurdên Îranê, ku bi tohmeta “hevkariya bi Îsraîlê re” roja Duşemê (29ê Çile) hatibûn şeniqandin, derabeyên dikanên xwe daxistin û rejîma îranê rûreş kirin. 

Çar Kurdên ku di sala 2022an de hatibûn girtin, roja Duşemê hatin darve kirin. Rêxistinên Mafên Mirovan şeniqandina çar Kurdan şermezar kiribû û gotibûn ku darizandinên wan bê delîl û li dijî rêgezên dadweriyê ye.

Rêxistina Mafê Mirovî Hengaw, ku navenda wê li Norwêcê ye û bi mafên mirovî yên Kurdên Îranê re mijûl dibe, û Tora Mafên Mirovan a Kurd, ku navenda wê li Fransayê ye, wêneyên girtina dikanên li navenda bajarên Kirmaşan, Sakkiz û Senendecê nîşan belav kirin. 

Li gor nûçeya AFP, rêxistinê ragihand ku li nêzî 10 bajaran çalakî hatine lidarxistin, xizmetên înternetê qut bûne û seferên helîkopteran ên li herêmê dewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Komala Abdullah Muhtedî, ya ku li Îranê daxwaza otonomiyê ji bo Kurdên Îranê dike, got ku grev “bi tevahî serketî ye”. 

Partiya Muhtedî û partiyên din ên opozisyona Kurdî bang li xelkê bajarên Kurdistana Îranê kirin ku dest bi greva giştî bikin.

Piştî kujtina Mahsa Emînî, Herêma Kurdistana Îranê bi awayekî berfireh beşdarî bizava xwenîşandanên ku Îran hejand bû.  

Joanna Timasî, ku hevjîna Muhsîn Mazlûm ê îdamkirî ye, li ser hesabê xwe yê “X”ê got: “Rayedarên Îranê radestkirina cenazeyan ji bo malbatan red kirine û wê cenaze li cihekî nediyar bên veşartin”. 

 Rêxistina Efûyê ya Navnetewî gotibû ku çar kesên navborî “muxalefetên Kurd ên Îranê” bûn û “piştî darizandinek veşartî û neadil” hatin cezakirin.

 Li gor saziyên sivîl, “Li Îranê di meha Çile de her roj 2 kes dihatin îdamkirin û her ku diçe hejmara kesên tên darvekirin zêde dibe”.

Back to top button