Amerîkayê par bi 238 milyar dolarî çek firot

Ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê û şerê li Rojhilata Navîn, bazara firotina çek û sîlehan jî berfirehtir bû. Hat ragihandin ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê firotina çek û sîlehan gihaye astek bilind û sala par gihîştiye 238 milyar dolarî.
Li gor nûçeya BBC, firotina çekan a Amerîkayê ji bo welatên derve di sala 2023an de gihiştiye astek berbiçav.
Di rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat ragihandin ku hikûmeta Amerîkayê sala borî rasterast ji bo firotina çek û sîlehên bi 81 milyar dolarî muzakere kiriye.
Tevî firotina rasterast a kompaniyên berevanî yên Amerîkayê ji bo welatên biyanî, rêjeya giştî ya firotinê sala borî 238 milyar dolar hatiye tomarkirin.
Polonyayê bi 30 milyar dolarî çek kirî
Cîranê Ukraynayê Polonya, ku hewl dide kapasîteya xwe ya berevaniyê berfireh bike, bûye yek ji wan welatên ku herî zêde çek ji DYE kiriye.
Polonyaya ku helîkopterên Apache yên bi nirxê 12 mîlyar dolarî kirîn, 10 milyar dolar ji bo pergala fuzeyên piralî HIMARS û 3,75 milyar dolar jî ji bo tankên M1A1 Abrams daye.