Cîhan

Biden: Li Rojhilata Navîn hewcedariya me bi şerekî berfirehtir nîne

Serokê Amerîkayê Joe Biden, ku di êrîşa ser baregeha Amerîkayê de Îran bi awayekî nerasterast bi “pêşkêşkirina çekan” tometbar kir û got: “Ez bawer nakim ku li Rojhilata Navîn pêwîstiya me bi şerekî berfireh hebe, em ne li pey wê ne”.

Serokê DYA Biden dema ji Qesra Spî pirsên çapemeniyê bersivand.  Li ser pirsa gelo ew Îranê wek berpirsê êrîşê dibînin yan na, wî got: “Ez wan (Îran) wek berpirsê çekdayîna êrîşkaran  dibînim. Heger ev yek derkeve holê emê li ser vê yekê nîqaş bikin”. 

Biden wiha dewam kir: “Ez bawer nakim ku em li Rojhilata Navîn şerekî berfirehtir bikin, em li pey şer naçin”. 

Back to top button