CivakRojev

Kurdên Êzidî kçî welatên Ewropa dikin

Rêxistina Elind li Duhokê da xûyakirin ku, di nava 3 heftiyan de 3 hezar Êzidîyê di nava kampan de koçî welatên derve kirine. Piraniya wan gihîştine Yunanistanê li benda wêne ku herin welatek din ê Ewropa.

Rêxistina Elind ya Demokratkirina Ciwanan li Duhokê eşkere kir ku di 3 hefteyên borî da, 3 hezar û 53 Êzidiyan rêya koçberiyê girtiye û çûne derveyî welêt.

Li gorî wê rêxistinê, 1883 kes gihîştine Ewropayê û 1170 kesên din li Tirkiye û beravên Yunanistanê mane û dixwazin xwe bigihînin wî welatî da ku biçin welatên din yên Ewropayê.

Back to top button