DosyaRojev

Kurdên Êzidî daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin

Xelkê Şingalê îro bi rêya encamdana xwepêşandanekê daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexda ya derbarê Şingalê de dike ku heta niha di warê emnî û avedankirinê de ew rêkeftin neketiye warê cîbicîkirinê.

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê ragihand, bi mebesta cîbicîkirina xalên rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê derbarê Şingalê de, biryar e îro Yekşemê, 08.11.2020, Kurdên Êzidî yên di nav kampên parêzgeha Duhokê de xwepêşandanekê dikin.

Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de ji ber ku di qonaxa destpêkê de ye, hêj hemû mijarên rêkeftinê jibilî qayimqamê nû bow ê qezayê, nehatine cîbicîkirin.

Di warê emnî de biryar daye tenê polîs û dezgeha asayişa niştimanî û îstîxbaretê, asayişa nav bajar li stûyê xwe digire û hemû ew grûpên li nav Şingalê bên derxistin.

Di warê avedankirinê de jî biryar hatiye dayîn komîteyeke hevbeş ji Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî ya Iraqê bê pêkanîn jib o avedankirina wî bajarî, bi hemahengî li gel kargêriya navçeyê li parêzgeha Neynowa.

Lewma îro li 3 kampên parêzgeha Duhokê, navenda Duhokê û li Kampa Şarya ya li qezaya Sêmêl, li Kampa Êsyan a li qezaya Şêxan û li Kampa Bêrsiv ya li Zaxo, 2 xwepêşandan birêve diçin û Kurdên Êzidî daxwaz dikin rêkeftin bi temamî bê cîbicîkirin ku ew jî bikarin vegerin ser warên xwe.

Sala 2014an zêdetir ji 260 hezar kes ji xelkê Şingalê ji ber êrişên DAIŞê koçber bûn, beşa herî zêde ya wan di nav 16 kampên koçberan ên li parêzgeha Duhokê dijîn. Herwiha heta niha nêzikî 20 hezar kes vegeriyane navçeya xwe.https://embed.kwikmotion.com/Embed/BdzdWWk0KY0ebAYwY1Vg?responsive=1

Roja 10.10.2020, hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina asayiş û seqmgiriyê û asayîkirina rewşa bajarê Şingalê, rêkeftinek pêk anîn.

Back to top button