
Her çende hê jî Trump bi şikesta li hilbijartinên serokayetiyê da razî nebûye û dibe ku hewl bide biçe ber Dadgeha Federalî û şerekî yasayî bike, lê belê Biden li 20ê kanûna duyem diçe Koşka Spî û bêguman hejmareke dosyeyên girîng û hestiyar çareser dike.
Biden sozê daye kar ji bo ji navbirina Korona bike, aborî geş bike, Amerîka bêxe nav rêkeftina Parîsê ya taybet bi parastina jîngehê û çend biryareke girîngên Donald Trump hilbiweşênê. Biden temen 77 sale berê gotibû: “Erkên girîng li pêşiya me dibê ku wan ziyanên Trump çareser bikîn”.
Biden biryare 100 rojan de dosyeya Rûbirûbûna Korona, geşbûna abûrî, jîngeh, çaksaziya li sîstema dadwerî, yasayên Koç çareser bike.