PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê serokê nû yê DYA pîroz kir

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê Ameriya yê hilbijartê Joe Biden û herweha cigira serok Kamila Harris pîroz kir. Serokê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê de pîrozbahî li wan kir û herweha daxwaziya xortkirina pêwendiyên Kurdistanê û Amerika kir.

Serokê Kurdistanê dibêje:

“ Pîrozbahiya min a ji dil ji serokê hilbijartî Joe Biden û cîgira serok Kamala Harris re ji ber serkevtina wan di hilbijartina serokatiyê ya DYA de.

Ez hêvî dikim ku dê bi hev re bixebitin ku têkiliyên me yên dualî bêtir xurt bikin.“

Back to top button