Civak

Kurdek xaniyê Barzaniyê nemir dikire

Li gora nûçeya taybet ya Bas, Kurdek  dixwaze xaniyê ku Barzaniyê nemir li Moskova lê mayî bikire.

Bas nûçeya xwe de dibêje:Ligel ku xwediyê wî beha jî difroşe, lê belê dewlemendekî Kurdê Rûsya wî xanî dikire ku berê li Moskowê cihê mana Serokê Kurd Mela Mistefa Barzanî bû. Çavkaniyekê jî eşkere kir ku di vê serdana xwe ya dawî de haya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji vê meselê çêbûye.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyeke agahdar gehiştine rojnameya Basê, Zelîm Xan ku li Rûsya dewlemendekî Kurd ê Êzdî ye kariye wî xanî ji kesekî Rûsî bikire. Ew xanî li Moskowê ye û li ser kolana Novoslabodskaya ya nêzîkê navenda bajêr e û Barzaniyê nemir ji sala 1954-an heta sala 1958-an lê jiyabû.

Li gor agahiyan, dema xwediyê xanî zaniye ku Zelîm Xan kesekî Kurd e û li ba wî nirxekî dîrokî yê wî xanî heye, behayê xanî li ser giran kiriye, destpêkê xwestiye bi 100 hezar dolar bifiroşiyê, lê piştre behayê xanî kiriye 250 hezar dolar û firotiye Zelîm Xan.

Zelîm Xan milyarder e û ji mêj de li Rûsya dijî. Li gor agahiyên gehiştine Basê, dema Zelîm Xan wî xanî dikire, haya Balyozê İraqê li Rûsya Fayeq Nêrweyî ji vê mijarê çêdibe, loma Nêrweyî xanî dike navendeke rewşenbîrî û kulturî, lê belê ji Mesûd Barzanî re nehatiye gotin ku Xelîm Xan ew xanî kiriye, Barzanî di serdana xwe ya hefteya borî bo Moskowê de hê ji nû bi vê meselê dihise.

Rojnameya Basê ligel Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ket têkiliyê ku ew jî di nav şanda Kurdistanê ya Moskowê de bû, lê belê amade nebû derbarê vê mijarê de tu agahiyên zêde bide û tenê got: ‘’Peywendiya vê mijarê bi Serokatiya Herêma Kurdistanê ve heye.’’

Back to top button