
Rêxistina “Suomen Pakolaisapu” ya li welatê Fînlanda ku salane jin û zilamek wekî penaberê salê hildibjêrê, Ferhiya Ebdî jina kirêkara Somalî wekî jina penabera salê û Mam Kurdnejad Îbrahîmî, yê wergêr wekî zilamê penaberê salê hilbijard.
Ferhiya Ebdî li sala 2008 çûye welatê Fînlanda û li rêya çend pîşeyan karkerî û çavdêriya salaçûyên Fînlandî ve kariye kompanyayekî pîşeyî damezrêne.
Mam Kurdnejad penaberê Kurdê Rojhilatê Kurdistanê sala 2006 ji ber çalakiyên siyasî neçar bûye ji Îranê derketiye û mafê penaberiyê li welatê Fînlanda wergirtiye.
Mam Kurdnejad li welatê Fînlanda wergêrê penaberane û li rêya youtube bi awayeke xwebexşane çanda Fînlandî fêrî penaberên Kurd kiriye.
Encûmena Penaberên Fînlanda piştî hilbijartina Ferhiya û Mam Kurdnejad ragihand, ew du penabere ji bilî wê yekê ku êş û janê li jiyana xwe da dîtine, lê belê hê jî wan nêrîneke erênî ji bo jiyanê heye û bi vê hilbijartinê dixwazin çalakiyên erêniyên penaberan zêdetir berçav bigrin.