
Hîkmet Nîmet Navişkî, Kurdekî nîştecihê welatê Norwêce û şarezaye li warê komputerê de û kariye zimanê Kurdî li ser Windows deyne, her ji bo wê yekê jî ji aliyê kompanya Microsoft ve ji bo wergirtina xelata Microsoft ya li sala 2013 de hatiye namzet kirin.
Hîkmet Nîmet Navîşkî ku ji dayikbûyê bajarê Dihokê (1964) ye li Koleja Wêje ya beşa Ingilîzî ya Zanîngeha Mûsilê xwendiye, lê belê ji ber sedema derketina çiya û Pêşmergayetiyê ve xwendina xwe temam nekiriye. Li sala 1992 ve li welatê Norwêç dijî û xwedî 11 bawernameye li warê Microsoft de
Derbarê wergirtina xelatê de dibêje: Dema ku min agahdar kirin ku namzetim ji bo wergirtina xelata Microsoft, min bersîva wan da ku ez Kurdim û divê weku Kurdek bême naskirin neku wekî neteweyekî din. Xweşbextane kompanya Microsoft razî bû ku bi navê Kurdek ve bême namzetkirin û eve jî cihê dilxweşiyê ye. Her çende ez namzetim, lê belê dikarim bibêjim xelata min mîsogere, ji ber wê yekê ku ez take kesim ku min hemû prensîp û mercên vê kompanyayê bi cîh kiriye.
Her wiha Navîşkî da zanîn ku bi şanaziyê ve wî ji nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê ve spasnamayek wergirtiye û daxwaz jê kirine ku li karê xwe de berdewam bibe da ku bikarê zêdetir xizmeta gelê xwe bike.