Li ser biryara hevserokê KCKê Cemîl Bayik, çend perpirsên PKKê yên nêzîkê Murat Karayilan ji postên wan tên dûrxistin. Berpirsekî PKKê jî wan guhertinan bi karûbarên nav rêxistinê ve girêdide.
Li gor wan agahiyên ji çavkaniyeke pêbawer a nêzîkê PKKê gehiştine rojnameya Basê, li ser biryara hevserokê KCKê Cemîl Bayik, çend berpirsên PKKê ku nêzîkê Murat Karayilan in ji postên wan hatîne dûrxistin.
Navê wan berpirsên ku ji aliyê Bayik ve hatine dûrxistin, wiha ne: Berpirsê eywendiyan Ehmed Denîz, cîgirê Denîz û berpirsê çapemeniya PKKê, berpirsê ANFê Roj Welat, endamê çapemeniyê Diyar Qamişlo, berpirsê rêxistinên Binarê Qendîl Heval Demhat û Heval Heqî ku wî jî li ragehandinê kar dikir.
Li gor heman çavkaniyê, van guhertinan dilgiranî di nav Konseya Rêveber a KCKê de çêkiriye, çunkî yên ku li cihê hinek ji wan berpirsan hatina danîn ser bi Cemîl Bayik in û Elewî ne.
Tişta balkêş ew e ku demek dibe Karayılan ji biryarên siyasî yên nav Konseya Rêveber û çapemeniyê dûr e, loma niha baskê Karayilan bi tevahî di nav Konseya Rêveber a KCK’ê de lawaz bûye.
Bi baweriya hinek çavdêrên siyasî, piştî ku Cemîl Bayik bûye hevserokê KCKê, di nav PKKê de hinek alozî çêbûne, herwiha hatina Bayik tesîr li peywendiyên navbera PDK û PYDê jî kiriye ku berê peywendiyên wan normal bûn. Ji aliyekî din ve tê gotin ku bi hatina Bayik, PKK zêdetir nêzîkê Esed û rejîma wî bûye.
Di vê derbarê de endamê konseya peywendiyên derve yê PKKê Zagros Hîwa piştrast kir ku hinek guhertin hatine kirin û ji rojnameya Basê re got: ‘’Peywendiya van guhertinan bi rêxistina navxwe ya partiyê ve heye. Guhertinên navxweyî ne, mesele ne pirsgirêkeke navxweyî ye.’‘