Dosya

Kurdê mikur hatî ku zanayên atomî yên Îranê kuştine kiye

 

Piştî bangewazeke zêde û reklamên yek li pey yek, pêrê şev kanala yek a televizyona resmî ya Îranê îtîrafên kesekî Kurd bi navê Mazyar Îbrahîmî belav kirin ku, îtiraf dike li nav axa Îranê digel çend kesên din destê wan di terorkirina pênc zanayên atomî yên Îranê de heye, herwiha pêşkêşkirina vê bernameyê li Herêma Kurdistanê jî bû sedema ravekirin û nirxandinên cuda.

Piştî kuştina her zanayekî, berpirsên hikûmeta Îranê, Îsraîl, Emerîka û hevalbendên wan tohmetbar dikirin, evna ji xeynî wêya ku hişyarî dan welatên endamên daîmî yên Civata Ewlekariyê.

Televizyona fermî ya Îranê îtîrafên Mazyar Tofîq Îbrahîmî yên derbarê encamdana wan êrîşan de belav kirin, amaje bi wê yekê da ku welatekî cîran û herêmeke cîran axa xwe kirine wek pirekê da ew ‘’terorîst’’ bikevin nav axa Îranê. Hinek çavkaniyên medya yên ne fermî jî behsa wê yekê kirin ku ew welat Azerbeycan û herêm jî Herêma Kurdistanê ye, lê belê daxwiyaniyeke resmî ya berpirsên Îranê ku rasterast Herêma Kurdistanê bi vê dosyayê tohmetbar bike nehatiye dayîn.

Mazyar Tofîq Îbrahîmî li bajarê Silêmaniyê dirûnişt û bi esil xelkê bajarê Sine ji Rojhilatê Kurdistanê ye, di wê bernameyê dokumenterî ya kenala yek a fermî ya Komara Îslamî ya Îranê de, mikur hat ku destê wan di kuştina zanayên atomî yên Îranê de heye. 

Di wê bernameyê de çend wêneyên Mazyar Îbrahîmî hatin belavkirin ku her yek ji wan cuda ye û navekî cuda li wan hatiye kirin. Herwiha hat ragehandin ku Mazyar bi çend navên sexte hat û çûna Îranê kiriye, lê belê heval û dostên Mazyar vêna red dikin û yek ji wan dibêje:

Ew wêneyên Mazyar ku di wê bernameyê de hatin belav kirin ji aliyê min ve hatine kişandin û bi bernameyekî Ayfon hatine destkarîkirin.

Rojnamevan Dilşad Xoşnaw ku kesekî nêzîkê Mazyar Îbrahîmî ye û li Silêmaniyê rûdine, ji Basê re got:

Mazyar kesekî normal û bazirgan bû û hîç wextekî jî kar bo siyaseta welatekî yan aliyekî nekiriye. Ew dema ku hikûmeta Îranê behs dike ku qaşo Mazyar karekî wiha kiribe, li gor paseporta Mazyar ku li ba me ye li Ewrûpa û Herêma Kurdistanê bûye.

Berê Mazyar ji aliyê çend şirketên Îranê yên warê sînemayê ve hatibû tehdîtkirin, ji ber ku Mazyar karê bazirganî dikir û bi rêya şirketa xwe keresteyên sînemayî ji Herêma Kurdistanê re dianîn. Dema li Îranê îhaleyek jêre derket daku keresteyan bîne şirketên Îranî ew bi wê yekê tehdît kiribûn ku jê qebûl nakin, ji ber hevrikiya karê wan kiriye.

Li ser heman mijarê, hunermend Fûad Mewlaneyî ku hevalekî nêzîkê Mazyar Tofîq e û karmendê Kurdistan TV ye ji Basê re got:

Ew wêneyên ku qaşo ligel îtîrafên Mazyar hatine belavkirin, min wek biraderekî ji Mazyar re girtin û piştre bi rêya telefona xwe ku Ayfon e û bernameyê destkarîkirina wêneyan têde ye, min di hinekan de reha wî çêkiriye û hinek jî pora wî jêkiriye, evna jî tenê bo hevaltiyê bûye, lê belê dema dezgehên sîxûrî yên Îranê Mazyar girtine dest danîne ser kompyuter û telefona wî jî û ew wêne bi wan navan belav kirin qaşo ew hemû navên Mazyar hebûn.

Derbarê wêya ku qaşo Komara Îslamî Herêma Kurdistanê bi hevkarîkirina wan kesan tohmetbar kiriye, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd ji Basê re diyar kir ku bi awayekî resmî hîç tohmetek ji aliyê Komara Îsşamî ya Îranê ve ji Herêma Kurdistanê re nehatiye şandin.

Navên wan pênc zanayên atomî ku di navbera salên 2010 heta destpêka 2012ê de hatin terorkirin: Mesûd Elî Mihemedî, Ferîdûn Ebasî Diwanî, Mecîd Şehryarî, Derwêş Rezayî Nejad û Mistefa Ehmed Derwêş

 

Back to top button