Cîhan

Hikûmeta surî sê hezar endamên PKKê azad dike

 

Li gor hindek ajansên nûçeyan, hikûeta Suriyeyê nêzîkî sê hezar endamên PKKê ku di zîndanên Suriyeyê debûn, azadkirine. Weke ajansên nûçeyan daye xuyakirin nêzîkî 1200 ji wan kesên hatine azadkirin zîndanên siyasî bûn.

Li dor vê yekê, Xalid ebo Selah berdefkê civaya bajarê Humsê ku, nuha li Tirkiyeyê  ye, di daxuyaniyekê de ji rojnameya Zeman a tirkî re got ku, piraniya wan girtiyên hikûmeta surî azadkirîn, peywendî bi PYDê kiriye û lib ajar Efrînê jib o wê partiyê sê barega dirustkirine.

Xalin ebo Selah ku, eslê xwe kurd e di berdewamiya daxuyaniya xwe dibêje ku, piraniya kurdên rojava bo ser Tirkiyeyê en gef in û daxwaza cudabûnê ji Suriyeyê nakin.

Weke tê zanîn beriya niha dihat gotin ku rijêma surî deverên  kurdan teslîmî PYDê a nêzîkî PKKê kiriye û ev pêngava hikûmeta surî a azadkirina endamên PKKê berdewamiya wê siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ye.

 

 

Back to top button