Sadî Ehmed Pîre endamê polîtburoya Yekêtiya Nuştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxyaniyekê de ji malpera Awêne re got ku, Celal Talebanî peywendiyên dêrîn û dûrûdirêj digel malbata Esed hene.
Endamê pilîtburoya YNKê dibêje;
– Mam Celal mirovekî bi wefaye û têkeliyên dêrîn digel malbata Hafiz Esed hene.
Sadî Pîre dibêje ku, di demekê de bi dehan û bi sedan malbatên kurd û îraqî ji ber zilna rijêma Sedam Hisên ber bi Suriyeyê reviya bûn û li Şamê û bajarên din hatibûn hewandin:
– Mam Celal peywendiyên baş digel Hafiz Esed hebûn û Asif Şewket zavayê Esed î jî jinêzîk ve diniyasî-
Weke tê zanîn dema Asif Şewket zavayê Beşar Esedê serokê Suriyayê di teqîna Şamê de hatî kuştin, Celal Talebanî peyameke sersaxiyê ji xuşka Buşraya xûşka Esed û malbata Esed re şand. Ji ber vê Hewlwestê, Celal Talebanî bi dijwarî ket ber rexneya kurdistaniyan.