Ocalan nexwestiye Çiller were kuştin

 

Di doza Ergenekonê de, dadgehê xwestiye ku îfada nivîskar Umît Firat bigre û li ser vê Firat, di derbarê Abdullah Ocalan û PKKê de qala hin agahiyan kiriye. 

Umît Firat, xwe wek kesekî sosyalîst û şoreşger nîşan dide û dibêje, “Min di sala 1973 an de pirtûkxane vekir. Gellek hevalên şoreşger û sosyalîst dihatin û diçûn pirtûkxaneya min. Ligel xwendevanên zanîngeha Enqerê û ODTUyê, di nav kesên ku dihatin de Abdullah Ocalan jî hebû. Ez bixwe nasnakim lê derdorên Kurd yên ku ez jî di nav de bûm, bi referansên wan min ew zanibû. Pêwendiyeke min a taybet bi Ocalan re çênebû.”

“Ocalan qebûl nekir”

Firat, di îfadeya xwe de, peyameke ku Ocalan bi rêya parêzerên xwe şandiye jî eşkere kir.

Firat dibêje, “rayedarekî, gotiye ku Tansu Çiller, di sala 1995 an de dike bihata kuştin. Kuştina Çiller jî xwestine ku PKK bigre ser xwe. Abdullah Ocalan ev qebûl nekiriye. Ez di wê fikri de me ku, ev kara, karê kesên ku naxwazim Tirkiye peşkeve û  derkeve duzê ye.” 

 

 

 

 

 

Nerîna min :