Polîtîk

Hikumeta Iraqê ji Tirkiyê re rest kişand

Qeyrana di navbera dewleta Tirkiyê û hikumeta navendê a Iraqê dewam dike. Qeyrana ku li ser serdana bêxeber a Kerkukê a wezîrê karên derve yên Tirkiyê Ahmet Davutoglu derketibû û li ser vê serdanê hikumeta navendî a Iraqê nota dabû Tirkiyê, bi daxuyaniya berdevkê hikumetê Elî Debbax gihaşte qonaxeke nû.

Berdevkê hikumeta Iraqê Elî Debbax, piştî civîna desteya wezîran, daxuyaniyeke nivîskî daye. Di daxuyaniya nivîskî de Debbax diyar dike ku, di civîna wezîran de serdana Davutoglu a li Kerkukê bûye mijar û wana di civînê de biryar girtine ku, careke din têkiliyên di navbera dewleta Tirkiyê û hikumata Iraqê de ji ber çavan re derbas bikin.

Dîsa di heman civînê de biryareke din jî hatiye girtin. Di bin serokatiya cîgirê serokwezîr Huseyîn Hehristanî de, heyetek wê bê avakirin ku, bandora serdana davutoglu a li Kerkukê lêkolîn bikin û di vê mijarê de tewsiyeyan ji heyetê bigrin.

Tê zanîn, wezîrê karên derve yên Tirkiyê Ahmet davutoglu, li ser rûdanên Kurdistana Rojava çûbû Hewlêrê û bi Serokê Kurdistana Başûr Mesut Barzanî re hevdîtinek kiribû. Piştî hevdîtina bi Serok Barzanî re, Davutoglu çûbû bajarê Kerkukê û li wira bi Tirkmena re hatibû ba hev.

Ev serdana nepayî a Davutoglu, ji aliyê rayagiştî ve him ji bo Kurdan him jî ji bo hikumeta Iraqê peyameke wek “hişyarî” hatibû xwendin û vê jî nerehetiyek derxistibû holê.    

Back to top button