Cîhan
Fransa leşkeran dişîne sînorê Suriyê

Ji aliyê dewleta Fransa ve hate daxuyandin ku, heta dawiya vê heftê, li ser sînorê Urdin û Suriyê, yekîneyeke leşkerî a bi armanca alîkariya tibî wê were avakirin. Yekine, dike li qampên penaberan tesîsan ava bike û xizmetên tenduristiyê bikarbîne. Serokomarê Fransa François Hollande, daxuyand ku, li ser sînorê Suriye û Urdinê, Fransa wê bi armanca alîkariya tibî û ji bo penaberan alîkariya tenduristiyê û derman belavkirinê, dike yekîneyeke leşkerî bişîne herêmê. Fransayêi ji bo vê alîkariya tenduristî û derman belavkirinê, ji Urdinê destûr girtiye. Serokomarê Fransa Hollande, di daxuyaniya xwe de îfade kir ku, Fransayê, ji hikumeta Urdnê destûr standiye.