Polîtîk
Li Îzmir Foçayê êrîş û pevçûn
Îro (09.08.2012) danê sibê li ser rêya navçeya Îzmirê li Foçayê, wesaîteke leşkerî dema ku rê derbas dikir teqînek pêk hatiye. Piştî êrîşa li dijî wesaîta leşkerî, gule berdane wesaîtê û di navbera leşker û êrîşkaran de pevçûn derketiye.
Wesaîta leşkerî a ku leşker vediguhastin, li ser rêya fermandariya tugaya pîyadeya Behrê a Amfîbî, di derbasbûna wesaîtê de, berê teqemeniyên ku li ser tê hatiye bicih kirin hat teqandin. Dûra jî pevçîn derket û di encama teqîn û pevçûnê de, 2 leşkera jiyana xwe wenda kirine. Hat ragihandin ku 8 leşker jî rakirine nexweşxanê.