Polîtîk

Kovara Time: Kurdan hesabê Tirkiyê ê Suriyê vala derxist

Kovara Time, a ku li cîhanê gellek şopînerên xwe hene û a naskirî, cih da nivîseke Pelin Turgut. Di nivîsê de tê diyar kirin ku, Kurdan li Suriyê rêvebiriya 6 bajaran girtine destê xwe û bi vê, hesabên Tirkiyê yê ku li ser Suriyê dikir vala derxistine. Di nivîsê de, li ser dîroka sed salî a Kurdên Suriyê jî tê sekinandin û qala Kurdên Suriyê ku çawa hatine dabeşkirin dike. 

Dîsa kovara Time, behsa têkoşîna gelê Kurdên Suriyê yê ku ji bo hema çend gava wêde, xizmên xwe yên ji aliyê sînorê din dijîn karibin bibînin, ku çawa hewl didin dike. 

Time, di nivîsa ku weşandiye de, cih dide gotinên Mustafa Gundogduyê ku, di nav projeya Mafên Mirovê Kurd de dixebite. Mustafa Gundogan wiha gotiye, “pêwiste Kurd ji xwe re rêyeke sêyemîn bibînin. Kurd êdî ne karin bi rejîma Esad re tevbigerin, ne jî karin bi muxalefeta li Suriyê re tev hereket bikin. Lazime Kurdên li Suriyê ji bo berjewendiyên xwe yên ji bo pêşerojeke dirêj, rêvebiriya xwe bigrine destê xwe. Li ser Kurdên Suriyê ferz e ku, Kurd vê carê xwe wek qurbanî ne, lazime xwe wek avakerê lîstikê derxîne pêş.”     

Di berdewamiya nivîsê de, tehdîtkirina Kurdan a serokwezîrê Tirkiyê û piştî wê bûyerên li Şemzînanê diqewimin cih digre. Tê diyar kirin ku, Kurd rabûne ser linga û êdî bi hev re tevdigerin. 

Back to top button