Nivîsar

Kurdbûyîna Seyîdan

Ji mêj ve xûta min hebû ku ez vê meselê bi nivîsekê ji Raya Giştî ya Kurd re zelal bikim. Lê dibe ku ji ber keslaniyê bûbe, heta niha jî maye. Îcar ez ê li virê mesela ku Seyîd çiqas Kurd in, bi rê û rêçik zelal bikim. Eger kêmasî di nivîsa min de mabe, wê rê bête nîşandan ku lêkolînerên Kurd lêlolîn li vê babetê bikin û rastiya naverokê zelaltir derxînin holê:

Îro jimareke mezin ji Nifûsa Kurdan heye ku wek ”seyîd” têne binavkirin. Ev kes xwe ji azbata Pêxemberê Ola Îslamê ya Mihemed (xxxl) dihesibînin.

Lê belê hinek dibêjin ku dol ji Pêxember nemaye û zêdehî jê çênebûye, zarû-zêrçên wî tev li Kerbelayê ji aliyê Erebên Emewî ve hatine kuştin.

Piştî wê qetlîama li beriya Kerbelayê, ew kesên ku hatine Kurdistanê jî, Kurdan alîkariyeke mezin bi wan re kiriye, gundekî li herêma Torê dane wan û ew tê de bi cih kirine. Piştre desthelatiyên Kurdan jî, bac ji niştenihên wî gundî wernegirtine û bi vê yekê navê wî gundî jî bûye BÊCIRMAN. Yanî cirm û bac ji wan nayê stendin.

Li gor belge û materyalên ku niha li ber destan hene, kurdbûyîna Seyidan, bi du awayan hatiye peyitandin:

1-    Mihemed Pêxember (xxxl) nevîçirkê Smaîlê kurdê Berhîm Pêxember e ku Berhîm ji Heranê ji ber cewra Nemrûdê Kurd reviyaye û çûye wê devera ku niha jê re MEKE tê gotin, bi cih bûye. Ew ava ku jê re dibêjin ”Zemzem” jî, ji ber nigên Smayîl derketiye. Hêjî ew navê kurdî jê re tê bikaranîn.

2-    Eşîra Qureyşê ku Mihemed Pêxember jê ye, ji Smayîl zêde bûye. Bapîrên Pêxember jî, malmezinên vê eşîrê bûne. Qurana pîroz jî, bi devoka vê eşîrê hatiye nivîsandin.

3-    Rast e ku zêdeyî ji zaruyên cenabê Pêxember ên kur çênebûye. Lê du keçên Erdeşêrê Qiralê Kurd, bûkên Hz. Eliyê kurmamê Pêxember bûne. Yek jina Hesen û yek jina Huseyn bûye. Kurek ji jina Hesen re çêbûye.

4-    Dema ku Ereb li Famîleya Pêxember hatine xezebê, herdu keçên Erdeşêrî gotine malxweyên xwe: ”Em, ji bo ku ji kuştinê felat bibin, divê em herin welatê bavê me Kurdistanê.” Li ser wê yekê qefleyek ji Famîleya Pêxemberî ketine rê û çûne ku herin Kurdistanê. Lê belê Erebên Emewî di Beriya Kerbelayê de bi wan hisiyane û Hesen û Huseyn herduyan jî kuştine.

5-    Jina Hesen kurê xwe yê heştsalî xilas kiriye û çûye xwe gehandiye Kurdistanê.

6-    Niha Seyidên ku li Kurdistanê dijîn, ji hinekan re dibêjin ”Hesenî” û ji hinekan re jî dibêjin ”Huseynî”.

7-    Ew kurê ku ji keça Erdeşêrê Kurd maye, Şêx Evdilqasdirê Gêlanî û kesên Hesenî ji dola wî zêde bûne. Lê heta niha jî nehatiye peyitandin ku ”Huseynî” çewa zêde bûne.

Îcar bi baweriya min kesên ku niha wek ”seyîd” têne binavkirin, çewa ku li jorê jî hatiye gotin, ew ji du aliyan ve Kurd in û Kurdên 24 eyar in.

Sal 2002 yan 2003ê bû, min carekê ev mesele ji gorbihişt Şêx Siyasedîn Emre jî pirsî, Şêx weha gote min: ”Niha belgeyek li ba min heye ku carekê ji Pêxember pirsîne, gotine: ”Ya Resûlellah, tu kesekî kej, çavkesper û serçavên te ne mîna yên Ereban e. Tu bi ajara xwe ji kurê yî?” Pêxember weha bersiv daye: ”Ajara min ji navbera herdu Çeman hatiye virê.”

Îcar ez hêvî dikim ji hemû Kurdên siyasî, rewşenbîr û bîrewer, bila rê nedin xeberên tahmsar û bêmirêz ku di biwara Seyidan de têne gotin. Divê Kurd serbilind bin ku Pêxemberê Ola Îslamê neviyê Berhîm Pêxemberê Kurd bûye û ji nijada Arî ye. Herweha divê bi kesên mîna Selahedînê Eyûbî yê Kurdî, Mewlana Xalid Nexşebendî û Mewlana Mele Seîdê Kurdî û bi sedan kesên wisa serbilind bin ku her yekê bûye wek Heyva Çardeşûevî û li asîmanbê diyana tarî hatine îsandin.

 
Stockholm  24/06/2013

Zeynelabiidn Zinar

[email protected]

 

 

 

Back to top button