Polîtîk

Li Helebceyê xatira xwe ji Kurdistanê xwest

Nûnerê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) Martin Kopler, bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wî li Îraq û herêma Kurdistanê,  duhî serdana civata wezîrên Kurdistanê kir û digel serokwezîrê Kurdistanê civiya û xatira xwe ji kurdistanê xwast.

Di civînekê de, nûnerê sekreterê giştiyê NY bo karubarên Îraqê, ji bona wê hevkarî û piştgiriya jê re hatiye kirin di dema karkirina wî de li herêma Kurdistanê û Îraqê, sipasiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê kir û hevahengî û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bi saziyên ser bi NY yên ku li herêma Kurdistanê kar dikin bilind nirxand.

Martin Kopler di axaftina xwe de got: ”Dema min li Îraqê dest bi karê xwe kirî, yekemîn serdana min a bo derveyî Bexdayê, min serdana Helebceyê kir.  Îro jî ku wezîfeya min li Îraqê bidawî tê, careke din min serdana Helebceyê kir.”

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê bi navê xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya rol û xebatên nûnerê sekreterê giştiyê NY bo karubarên Îraqê kir û rola Martin Kopler di çareserkirina pirsgirêkên Îraqê de û parastina balansê di navbera hemû alî û pêkhateyên netewî, olî û mezhebîyên Îraqê de bilind nirxand.

Têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a civînê bû û di vê çarçoveyê de, Martin Kopler destpêkirina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê bi pêngaveke erênî wesif kir û got ku, serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Bexdayê destpêşxeriyek giring  bû û sedemê destpêkirina diyalogê bû di navbera hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê.

Li dor pirsa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser hindê kir ku, penaberan zêdetir pêwîstî bi alîkariyên Neteweyên Yekgirtî û alîkariyên hikûmeta Îraqa federal heye û got: ”Em pêşbînî dikin hijmara penaberan zêdetir bibe û divê NY û hikûmeta Îraqa federal  di warê alîkarîkirina penaberan de û pêşkeşkirina pêdawîstiyan baştir bi rola xwe rabin.

Back to top button