Kurd û sêbera şeytan!

Ma, sêbera şeytan tenê li Bermûdayê heye? Na, ew li rojhilata navîn jî heye, navê wê jî ne sêbera Bermûdayê ye lê ”Sêbera Şeytan” e. Ya Bermûdayê, qet nebe hem xwezayî ye û hem jî tu cara li reng, ziman, nijat, netew, millet û ummeta nanêre, teva bi hevdû ra dikişîne nava xwe û binav dike. Yan keştî binav dibin yan jî balafir dikevin nava gerînekê. Hindabûn, fetisîn û mirin ji bûna herkesî wekî hev e. Herkes bi hevdû ra yan difetise yan jî dixeniqe û hima-hima tu kesekî xelas nabe!Lê sêbera rojhilata navîn, sêbera şeytan e û meriv xwezîya xwe bi ya Bermûdayê tîne. Gelo çima?Di sêbera şeytan da;1- Nijatperestîya netew-dewleta heye û tu cara pîvana demoqrasîyê di nava xwe da nahewînin, ger bihewandana wê nijatperest nebûna û wê dewletê li ser pîvana wekhevîyê ava bikirina lê mixabin ku na, ne weha ye … Ji teqîna Amedê ta komkujîya Pirsûsê û ji kuştinên dinê, bi tevayî plankirî ne û pir şikbar in… Meriv dibê qey ”destên tarî” hê teze bi hebûna Daîş´ê hisîyan! Di alîkî da jî nêzikî çar sala ne ku ”aşîtî” û ”pêvajoyekî” hebû, bi kî ra? Ger ew terorîst bin we bi kî ra bazarî dikir? Çi bû ku ”destên tarî” di nişkava da bûn ”dijmin”? Gelo sedemên giran ne ev bin?; a- Kurd li Rojava ber bi avakirin û ”statuyekî” va diçin(şaş yan rast!)b- Kurd li Başûr ber bi serxwebûnê va diçin(kêm yan zêde!) c- HDP li Bakur ji bendavê derbas kir û bû xwedî 80 parlamentera(hez bikin yan na!) 2- Eşîr-dewlet jî ummetperestîya xwe hew li hemberê axlem Kurda û kêmnetewên din ra bi kar tînin, ew jî bi darê zorê, bi devê şûrê, bi zext, bi lêdan û bi kuştinê … Îroj, yên ku di nava Daîş´ê da li hember Kurda şer dikin, xwe ”feda” dikin, hinek ji wan jî Kurd in û ”ummetperest”ê eşîr-dewleta ne. Li ser navê Îslamîyetê şerê birayên xwe dikin. Ev jî bi kurtayî îspat dide kirin ku ji bû pir kesa tercîha ”ummet”´ê berya Kurdîtî/Kurdperwerîyê tê. Vêya ne qedera Kurda ye. Van cil û berga li Kurda kirine. Wusa bûye ku gelek Kurd ji Tirka zêdetir tirkperwer, ji Ereba zêdetir Erebperwer û ummetperest bûne. 3- Neyekîtîya Kurda ku bi xwe ra hin cara birakujîyê anîye, hin cara jî dijberîya navbeyna Kurda wan kiriye dostê dijmina li hemberê Kurda. Çawa ku hin eşîrên Kurda li kêleka dagirkera cî girtine, her weha jî hin cara yên ”Kurda” jî li ser navê hin rêxistina li kêleka dagirkera wekî ”gundparêza” cî girtine, dem hatîye Kurdbûna xwe derxistine pêş, dem hatiye ji dewletê ra sadiqbûna xwe anîne ziman û pê jî fexr bûne. Hin cara jî grup û xetên ku ji alîyê îstixbarata va di nava rêxistina Kurda da hatine bicîkirin, dem bi dem wusa alozî û cengeşîya bi zanîn derxistine ku ew jî hew xesarê daye tevgera Kurd. Hin cara jî li ser navê Kurdperwerîyê, bi rêxistînî şerê Kurda kirine û dikin. Fenî Tirkîyîzakirin û Tirkzakirina Kurda … Belê; nijatperestî, ummetperestî û neyekîtîya Kurda pirsgirêkên tevlihev in. Vê sêbera hanê destê xwe avêtiye tînika me, dixwaze Kurda bêzar bike û bifetisîne …Qaşo, li dijî Daîş´ê(li ser navê terorê) jî şer hat destpêkirin. Min dixwest ku bipirsim; ”Ma heta îroj hûn li ku derê ne/bûn!!??” Lê pirsekî ne di cî daye, bila ku çîroka ”Mîrze Meheme” ye, hem qomedî hem jî trajîk e, ma qey nizanin/nizanibûn? Yan jî fenî ku dizekekî bêje; ”Ez dizek im!” De ka dizekekî dibêje ez dizek im!Loma, bûyerên dawî û yên hê mixabin biqewimin, bi giranî wê provoqativ, plankirî û wê bi dek û dolaba bin. Belê, polîtîqa qirêj e; meriv li milê rastê dinêre çep lê dixe, li milê çepê dinêre rast lê dixe. Dema ku li lema jî diqelibin dest bi vira, dek û dolaba dikin û carna jî wusa bûyer û provoqasyona pêk tînin ku wana diparêzin û bi hiş û mêjîyê xelqê jî tinaza dikin!Mebest û doz kifş e; Bi tevayî, tevgera Kurd û destketîyên demoqratîkqels û lawazkirin e. Belê, Daîş wê bibe bela li serê Tirkîyê jî lê hedef, armanc û doz bi tevayî qelskirina tevgera Kurd e. Van operasyonên hanê bi tevayî sîyasî ne û hew peyamekî xwe heye; ”We piyê xwe zêde dirêj kir!”Îlhamî Can[email protected]

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: