Kurd û qeyûmên dewletê

Doh çawa bû, îro jî wê çep û sosyalîstên Tirk (!) bi rêya HDP li serê Kurdan bikin qeyûm û li ser nav û keda Kurdan wan bişînin parlamentoyê.

Nurî Çelik

Dewletên dagîrker piştî dagîrkirina welatekî,  welatê ku dagîr kiriye bi destê qeyûmên xwe bi rê ve dibe. Ev kare walîyek be, kare qeymeqamek be, kare serbaz yan kesek din be. Gelek caran jî, ji derveyî qeyûmên dewletê, qeyûmên ku endamên wî millet û welatê dagîrkirî ne lê di xizmeta dewletê de ne, bi kar tînin. Bi rêya qeyûmên xwe û yên pê ve girêdayî millet ji doz û hestên netewî dûr dixin û doza azadî û rizgarîya kelemçe dikin.  Bi rêya qeyûman serê hefsêr ji destê kesayet, tevger û partîyên wî milletî derdixin, serê kanîyê digrin û nahêlin av biherike ser coka doz û daxwazên netewî. Ev yek ji salên 20î dest pê kir û piştî darbeya 12.Îlona 1980î gîha asta herî bilind.

Gava em li dîrok û paşeroja xwe dinerin, dibînin ku dewletên dagîrker bi du beşê qeyûman, bi du îdeolojî û helwestan Kurd xistine kemîn û xefikên xwe û hikim li Kurdan kirine. Yek jê bi navê çepîtî û sosyalîzmê, ya din bi navê îslam û bratîya ummetê. Piştî kujtina serokên TKP, Ataturk di 1920î de TKP (Partîya Komunîst a Tirkiyê) a xwe damezirand û çepîtî xist bin kontrola dewletê. Ji wê demê de çepîtîyek di bin kontrola dewletê de bi pêş ket û heta bi roja me hat. Atatirk ji alîyekî Partîya Komunîst damezirand, ji alîyê din jî dest bi girtina medrese û mizgeftan kir, girtin û kujtina  oldar û alimên wek Şêx Saîd û Saîdê Kurdî da ber xwe.  Xebat û pêşketina çepîtîyê di bin kontrola dewletê de bi pêş ket û bi wê kontrolê gelek rêxistin û partîyên çep û sosyalîst ji wê makê zan. Bi derketin û xurtbûna bîr û hizra netewî ya Kurdî û cudabûna ji çepên Tirk, ji bo serê hefsêr ji destê xwe dernexe, dîsa bi kontrol û şêwir û mişêwir di nav Kurdan de dest bi damezirandina partîyên çep yên wek PKK kir û qeyûmên xwe kirin serok û rêber. Piştî dewletê hefsarê partîyên çep xist destên xwe û ew xistin bin kontrola xwe, îcar dest bi damezirandina rêxistin û partîyên olî yên wek Hizbûllahê kir û bi rêya qeyûmên xwe îcar Kurdên oldar jî xistin bin kontrola  xwe.  Îro qeyûmên herî mezin çepên Kemalîst ên Tirk û ummetparêzên Tirk in.  Bi vî awayî dewletê bi plan û projeyên dûvdirêj şerekî bi kontrol di navbera xwe û Kurdan de da destpêkirin û ew şer heta bi îro jî berdewam e. Şerê bi şêwir û mişêwir, şerê bi kontrol. Û ji bo çi? Helbet ji bo rêlibergirtina pêşketina fikir û hişmendîya netewperestî ya Kurdî, ji bo rêlibergirtina damezirandina dewletek Kurdî û ji bo xewn û xeyalên berfirehkirina sînorên Tirkiyê (Mîsakî Mîllî).

Heger em PKK û Hizbûllahê deynin alîyekî, ewqas rêxistin û partîyên ku li ser navê Kurdan hatin damezirandin û di dema xwe de bûn hêz û qiwetek mezin, çima bûn piçik û parî, çima ji hev de ketin, çima li ber xwe nedan  û çima îro ketine temara mirinê? Ewqas ked, ew girse, ew fedakarî û bedelên ku hatin dayîn, çima û ji bo çi berhewa bûn? Heger ne destên tarî û qeyûm bin, kê karîbû wan rêxistinên qerase ji hev tar û mar bike? Heta bi îro jî di nav her rêxistin û partîyên Kurd de çend destên tarî, çend qeyûm hebûn û îro çend hene mûamma ye û kes nizane. Heger sedema têkçûn, têkbirin û parçekirin ne siyaseta dewletê û qeyûmtîya nava Kurdan be, naxwe çi ye. Heger xemsarî û sersarîya ku îro partîyên me tê de ne, heger çavgirtin û bêdengîya li hember têkçûn û pişavtina Kurdên Bakur ne xizmeta siyaseta dewletê û ne qeyûmtî be, naxwe çi ye.  Divê neyê ji bîr kirin ku bêdengî şirîkatîya siyaseta dewletê ye. Bêdengî xizmeta siyaseta dewletê ye. Bi bêdengî, xemsarî û sersarîya xwe em hemû rasterast xizmeta siyaseta dewletê û rêxistinên dewletê dikin. Bela kes xwe vir de wê de nebe.

Hilbijartinên 2023an nêzîk bûn. Doh çawa bû, îro jî wê çep û sosyalîstên Tirk (!) bi rêya HDP li serê Kurdan bikin qeyûm û li ser nav û keda Kurdan wan bişînin parlamentoyê. Çep û sosyalîstên ku nikarin ji jin û zarokên xwe jî deng û rayan bistînin, wê li ser pişta Kurdên xwelîser bibin parlamenter û bi siyaseta Kemalîzmê wê Kurdan bi dewletê ve pîne bikin. HDP piştî ku bi çepên Tirk ên şût û rût re tifaqa hilbijartinê çêkir, niha jî dixwaze bi rêxistin û partîyên Kurd re tifaqa Kurdistanî  jî çêke. Yanî, tifaqa bi çepên Tirk re temam e, maye tifaqa bi rêxistin û partîyên  Kurd re. Bi gotinek zelaltir, qeyûmên çep ên Tirk amade ne, maye qeyûmên Kurd. Heger HDP tifaqa Kurdistanî jî çêke, wê plan û projeya qeyûmtîyê temam bibe.  Bi vî awayî ji bo kursîyek meclîsê yan serokatîya şaredarîyekê wê çend qeyûmên din li Kurdan zêde bibin.  

Ez serê we neêşînim, di nav hemû rêxistin û partîyên Kurdan de qeyûmên dewletê doh jî hebûn, îro jî hene û sibê jî wê hebin. Mesele ew e ku emê çawa karibin destê wan ji qirika xwe derxin, xwe ji wan azad bikin û bi destpêkek nû bê şik û guman berê xwe bidin pêşerojê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: