Polîtîk

Serokê PDKê û cîgirên wî hatin hilbijartin

Di roja yekem a di kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, Serok Mesûd Barzanî careke din weke Serokê PDKê hat hilbijartin.

Piştî hilbijartina Serok Mesûd Barzanî wek Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek cîgirên serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin hilbijartin.

Serok Barzanî daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir ku careke din bibe cîgirê serokê PDKê, wî jî daxwaz ji Mesrûr Barzanî kir ku di erkê cîgirê serokê PDKê de alîkariya wî bike.

14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro pêncşemê 3ê Mijdara 2022an bi beşdariya nêzîkî hezar endaman, li bajarê Duhokê dest bi karên pê kir û biryar e sê rojan dewam bike.

Back to top button