Cîhan

Kurd û hilbijartinên Swêd

Di hilbijartinên roja yekşemê de çend kurd hene? Kurd herî zêde di nav kîjan partiyê de ne? Sedem çî ye? Çend ji van dikarin bêne hilbijartin?

Di vê hilbijartinê de beşdariya kurdan di lîsteyên berendaman de di çi astê de ye?

Li gor texmînan derdorê 100 hezar kurd li Swêdê hene û diyasporaya kurd ya li vira bi taybetî di siyasetê de pir çalak e.

Halê hazir 5 parlamenterên daîmî hene û 2 jî cîgir di parlamena Swêdê de hene.

Me li berendamên ku niha xwe di ber hilbijartina yekşemê re dikin meyizandiye. Di Facebookê de jî rapirsînek weşandibû. Encama ku me li hev kom kiriye wiha ye:

21 kesên kurd xwe di ber parlemanê re dikin, 9 kes di ber meclîsên parêzgehan û 24 kes xwe di ber meclîsên şaredariyan re dikin

Meyla kurdan bêhtir li kîjan alî ye?

Encameke pir berbiçav ew e ku ekseriyeta berendamên kurd ji partiyên sorekesk in.
Wek nimûne ji 21 berendamên parlemanê 13 berendamên Sosyaldemokratan e.

Piştre bi rêzê herî zêde berendam me di nav Partiya Jingehê (Mp), Partiya Çep(V) û di rêza çarê de Partiya Gel (Fp) de me dît

Di nav Partiya Moderat ku vêga serkêşiya hikûmetê dike me tenê kurdekî berendamê mecliseke şaredariyê dîtiye. Û di nav Xiristiyanên Demokrat (Kd) de jî kesek heye. Di nav Partiya Navendê (Center) û Demokratên Swêdê (Sd) de me kes peyda nekiriye.

Çima meyla kurdan bêhtir sorekesk xuya dike?

Faktorên cuda hene. Yek jê ev bi bizav û tevgera li Kurdistanê heyî ye. Piraniya rêxistinên Kurdistanî xwe çep û sosyalîst dîtine.

Di bernameyên V û Mp de pirsa Kurdistanê cî digre.

S jî hem endamek girîng ya Sosyalist Internasyonal e û dilsoziya navneteweyî ku jê re dibêjin ”internationell solidaritet” xalek girîng ji bernameya S ye.

Hîseke deyndariyê jî heye: Gelek kurd di dema S de hatine vira, li vir bi cî bûne û li hember vê partiyê hesteke wefadariyê heye.

Ji nav partiyên burjûva îstisnaya Partiya Gel ji kû tê?

Fp di siyaseta derve de çalak e û xwedanê siyaseteke pro Amerîkî, pro Israili tê dîtin. Wek nimûne di şerê Îraqê yê 2003ê de û niha jî di meseleya têkoşîna li hemberî DAIŞê de xwediyê xeteke serbixwe ye.

Xaleke girîng ya Partiya Gel azadiya derbirînê/xweîfadekirinê ye ku gelek kurd mîna xaleke girîng dibînin.

Tesîra Fredrik Malm heye ku berdevkê pirsên derve yê partiyê ye baldariyeke wî ya taybet ji pirsa Kurdistanê re heye. Û dewra wî jî di vê destekê de mezin e.

Kurdên ji parçeyên cuda meya wan ya siyasî li vira jî cuda ye?

Mirov bi giştî nikare tixûbekî bikişîne. Lê ji wan navên ku hene û me li wan meyzandiye meyleke wiha derdikeve pêş. Kurdên di siyaseta kurdî de nêzîkê partiyên sosyalîst mîna PKK, YNK, Komele ekseriyeta wan li Swêdê di partiyên sorekesk de ne.

Û yên bi nêrînên xwe nêzîkê nirxên tradîsyonel û PDKê ne nêzîkbûneke wan bo Partiya Gel xuya dibe. Lê helbet ev ji bo her kesî derbas nabe.

Sibê em li bendê bin çend kurd bikevine parlemanê?

Halê hazir hejmara kurdan me got 5 e. Bi min ji vayên ku vêga parlamenterin çend heb xerentî dîsa dikarin bêne hilbijartin, wek nimûne Jabar Amin û Ismail Kamil, şensê yên din jî pir mezin e ku cardin werine hilbijartin.

Bi navîşaretkirinê jî hin berendamên nû dikarin werine hilbijartin.

Ciyekî din yê girîng wek nimûne meclîsa parêzgeha Stockholmê ye. Li wir jî Tara Twana ji S di serê lîsteyê de ye.

Yanî ez bawerim bi qasî niha parlamenter werine hilbijartin û herwiha di meclîsên şaredarî û parêzgehan de jî çend berendam werine ciyên baş.

Zeyale/Swed

Back to top button