Kurd û Dîaspora!

Divê û pêwîste diasporaya kurd li gel Parlamentoya Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê, Serokatîya Kurdistanê bi kurtebirî li gel Hewlêrê hemaheng be.

Abit Gürses

Hefteyek berê li Stockholmê bi beşdarîya çend federasyon, enstîtû û kesayetîyan kongra  DIAKURD’ê çêbû. Ji ber nexweşîya xwe min nikaribû beşdar bibim. Min bi peyameke kurt dîtinên xwe pêşkêşî kongreya Dîakurdê kir. Peyama min di dawîya vê nivîsê da ye.

Ez dixwazim li ser kongreya Hewlêrê û Stockholmê dîtinên xwe bi we ra parve bikim. Xebata avakirina organîzasyoneke berfireh ya kurdên derveyî welêt li ser daxwaza rêzdar Mesûd Barzanî çar sal berê dest pê kiribû. Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swedê Keya İzol jî yek ji wan şexsîyetan bû ku ev xebat dimeşand.

Ji bona pêkanîna rêxistina dîasporayê gelek xebat hat kirin. Hin kesan xwest di salvegera Referanduma Serxwebûnê da, ango di 25.09.2018an da rêxistina diasporayê ragihînin (îlan bikin) lê ev dîtin di civîna Stockholmê da qebûl nebû, ji ber ku hîn bi hemû rêxistin, federasyon û konfederasyonan re têkilî nehatibû danîn. Piştî xebateke dirêj û çend civînên (Brüksel, Bonn, Moskova, Danmark) serketî, înîsîyatîf gihişt encameke ku kongreya xwe çêke û damezirandina xwe ragihîne. Hingî îlleta coronayê destpêkir. Ji ber wê yekê civîna xwe paşde xistin.

Di heman wextê da hat bihîstin ku camêrekî li ser navê Baregeha rêzdar Mesûd Barzanî xelkê dibîne, dibêje selahîyeta wî ji Serok heye, ew dê organîzasyona diasporaya kurdî pêk bîne. Pêşî kesî bawer nekir, pişt ra hat fêmkirin ku camêr rast dibêje. Çend şexsîyetên Kurd (ez jî di nav de) nameyek ji rêzdar Mesûd Barzanî ra şandin. Di vê nameyê de ji Serok Barzanî hat pirsîn, bi rastî ev camêr li ser navê wî wezîfedar e, haya wî jê heye yan na? Heger haya wî jê hebe, xebata însîyatîfa ku bi agahdarîya wî çend sal berê dest bi xebatê kiribû çi dibe? Di wê nameyê de ji rêzdar Mesûd Barzanî hatibû xwastin ku bi serpereştîya wî, her du alî bên ba hev, heger maqul / pêwîst bê dîtin, her du alî xebata xwe bikin yek.

Qasê ku ez dizanim, mixabin rêzdar Mesud Barzani bersiva nameyê neda. Di vê navbeynê da kongreya Federasyona Swedê çêbû, ku di xebata organîzekirina diasporaya kurd da serokê wê roleke girîng dileyist, ji serokatîya federasyonê ket. Ji ber ku nûnerên PDK piştgirîya Keya İzol nekirin.

Vêca mesele avakirina, organîzekirina diasporayê ket macerayeke din!

Ew camêrê ku ser navê Serok Mesûd Barzanî li Ewrupayê xebat dikir, serokê hin federasyon, hin komele û şexsîyetan li Hewlerê civand. Bi serpereştîya rêzdar Mesûd Barzanî, encama kongreya Hewlêrê  rêxistina xwe ragihand.

Min derheqa civîna Hewlêre de bi navê ’’Mesûd Barzanî Xelet Dike’’ gotarek nivisî. Rexne lê girt, min got, peywiste rêzdar Barzanî alîyekî negre, hemûyan himbêz bike.

Ez ne parêzerê kesekî me, ne jî dijminê alîyekî me. Ez dixwazim Kurdên li derveyî welêt, pêşî Kurdên Ewropaya rojava bibin xwedîyê organîzasyoneke berfireh û bi hêz. Paşê jî Kurdên Rusya û Amerîkayê bigrin nav xwe. Ji bo wê armancê min piştgirîya xebata ku 4 sal berê li ser daxwaza rêzdar Mesûd Barzanî dest pê kiribû, dikir. Lê paşê ji nişka ve li ser navê ofîsa cenabê Serok însîyatîfek derket holê, ez mam acêbmayî! Gelo çima, ew însîyatîfa berê hat ji bîr kirin? Hat tune hesab kirin? Em bêjin ew însîyatîf şaş bû, xelet bû, çima rêzdar Mesûd Barzanî ji wan re negot, hûn bi kêrî vê xebatê nayên!

Ez û gellek kesên din, me dixwest ku rêzdar Mesûd Barzanî hemû xebatên diasporayê hembêz bike. Da ku nebê du serî, sê serî. Potansîyela diasporeya kurd bi kêmanî bi deh caran ji beşdarên civîna Hewlêrê û Stockholmê bihêztir e!

Divê û pêwîste diasporaya kurd li gel Parlamentoya Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê, Serokatîya Kurdistanê bi kurtebirî li gel Hewlêrê hemaheng be.

Divê Hewlêr jî diasporaya kurdan wek liqê partîya xwe nebîne. Liqên partîya wan hene û karê xwe dikin. Divê Hewlêr di danûstandina xwe da diasporeyê neşibîne liqê partîyên xwe.

A niha tu ji kê bipirsî, dê bibêjin Kongreya Hewlêrê wek liqek Partî Demokrat e. Halbukî ne liqê Partî ye, lê ev nav pê ve zeliqî! Guhartina vê îmajê pir zehmet e.

Her weha tu ji kê bipirsî dê bibêjin Kongreya Stockholmê li dijî Partî Demokrat e. Halbukî ne weha ye. Lê îmajê ku serê xelkê de çêbû ew e. Guhertina wê pirr zehmet e.

Ma ev dîmena ku piştî kongra Hewlêrê û Stockholmê derketiye meydanê xweş e? Kurdên ku ne girêdayî partîyan in, -ji xwe ekserîyeta Kurdên Awrupayê ne girêdayî partîyan in- dê çawa helwesteke objektiîf bigrin?

Divê em hemû baş têbigihin; rêxistina diasporaya Kurd, ”Ne dikana Beko, du qalib sabûn e” Rêxistina diasporaya Kurd, heta dereceyekî nûnertîya Kurdên li derveyî welat e!

Ji xwe nûnertîyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gelek welatên dinyayê de heye.

Ji xwe rêxistinên (liqên) hemû partîyan li derveyê welat de hene.

Li vir ciyawazî û rola rêxistina diasporaya kurd derdikeve meydanê: Rêxistina diasporaya kurd, ne ofîsa hikûmetê ye, ne jî liqên partîyan e. Rêxistina diasporaya kurd, organîzasyona kurdên derveyî welat e. Xebat û armanca wê bi çalakîyên girseyî, bi têkilîyên diplomatîk, pêkanîna rayagiştî ji bo doza Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê perspektîfa wê ji partîyan û ji hikûmetên herêman firehtir e, azadtir e. Heta azadbûuna Kurdistana mezin, dê kar û xebatê bike. Ji bona wê jî bingeh û perspektîfên wê jî ciyawaztir e.

Dîmen û helwestên ku di dema pêkanîna rêxistina diasporeya Kurd de derketin meydanê qet ne baş bûn. Em layiqê tiştên hêja ne. Divê ew tîpên heftreng, yan jî bukalemûn li pîyasa sîyaseta Kurdan da mecalê nebînin! Ez bawer im dezinformasyon hişt ku ev dîmena negatîv derkeve meydanê. Nexwe çima du organîzasyonên diasporayê!

Ji ber wê ez dibêjim, Kurd û Dîaspora!

Peyama min ji bo Kongreya Dîakurd

Hêjayan,

Milletê Kurd mezintirîn milletê dinyayê ye ku hîn ji nebûye xwedî dewlet.

Bêguman hemû beşdarên kongreya we, sedemên bêdewletbûna milletê Kurd dizanin.

Berxwedan, xebat û şoreşên miletê kurd ji bo azadî û serxwebûnê nêzikî du sed sal in berdewam e. Herweha sedemên daxilî û xaricî yên neserketina xebat û şoreşên kurdan ji alîyê nûnêrên kongreya we ve tê zanîn. Lê belê ez dê dîsa li vir dubare bikim.

Sedemên daxilî; bê ittifaqîya kurdan e.

Sedemên xaricî; Tu dewlet, yan jî tu hêz naxwaze, newêre di heman demê de peywendîya xwe bi dewletên dagirker yên Kurdistanê re xirab bike, têk bide.

Ji ber ku di peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan tune hatîye hesibandin. Li gor xerîteya Lozanê, Kurd û Kurdistan nîne! Lê him Kurd hene, him jî Kurdistan!

Dinya Şerqê û Xerbê, ango rojhilatê û rojavayê li gel dewletên Osmanî û Îranê neheqîyek mezin li kurdan kirine. Ew milletê ku bi hezaran salan e li ser erdê xwe jîyaye divê wekî hemû milletên dinyayê bighije azadîya xwe.

Ji sedemên cîhêreng bi milyonan kurd li dervayî Kurdistanê dijîn. Bi hezaran keç û kurên kurdan li seranserê dinyayê berbelav bûne, dilê hemûyan ji bo Kurdistaneke azad lê dide. Divê Diakurd hemû kurdên derveyî welêt bixe bin baskên xwe. Divê Diakurd, bikaribe hemû rêxistinên kurdan li derveyî welêt bighîne hev û bibe nûnerê rasteqîn yên kurdên derveyî welêt.

Îro li seranserê dinyayê komele, federasyon, enstitû, akademî, klubên fûtbolê, rêxistinên xwendekaran û ciwanan, kitêbxane û akademîsyenên kurdan hene.

Îro li parlamentoyên welatên Ewrûpayê de parlamenterên kurd hene. Serokê Parlamentoyan hene. Wezîr hene,  Endamên Dadgeha Bilind hene, Dadwer û Avûkat hene. Doktorên Tıbbî hene, profesor û doçentên xwedî kursî hene. Niviskar û rojnamevan hene. Artîst û komedyen hene. Dewlemendên xwedî kar û fabrîka hene. Sportmenên xwedî dereceyên bilind hene.

Bi hezaran akademîsyen û bi deh hezaran xwendakarên unîversîte, bi sed hezaran karker û kedkar hene; divê Diakurd bibe dengê van û vana di bin sîwaneke giştî de ji bo Kurdistaneke azad berhev bike.

Divê Diakurd nebe sedema parçebûna xebatên diasporayê, berovajî (bi eksê va) divê bibe alîyê berhevkar û avakar.

Divê Diakurd bi xebata xwe îsbat bike ku ew ne sedemê parçebûna xebata diasporayê ye.

Divê Diakurd bi xebata xwe nexwaşîya bêtifaqîya kurdan têk bibe, ji bo yekîtîya kurdan xebatên nimûneyî bike.

Îro li seranserê dinyayê tenê Kurdistana Iraqê li gor destûra Iraqê herêmeke federal û azad e. Mirov dikare bêje hêlîneke biçûk a milletê kurd e. Ji ber vê yekê em ê mîna ronîya çavên xwe Kurdistana Başûr biparêzin. Li gel Hewlêre, bi parlamentoya Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê, Serokatîya Kurdistanê re hem aheng bin. Herweha li hember kiryarên wan yên antî-demokratîk dengê xwe bilind bikin.

Li Kurdistana Bakur li ser milletê me û hêzên sîyasî û demokratîk a miletê me zilm û zordestîya Dewleta Tirk berdewam e. Divê Diakurd zilm û zordestîya Dewleta Tirk li hemû dinyayê teşhîr bike, piştgirîya xebata vî parçeyî bike.

Li Kurdistana Surîye rêveberîya hin bajar û gundan hêzeke kurdan defakto bûye xwedî desthilat. Divê Diakurd piştgirîya wan bike, her weha helwestên wan ên antî-demokratîk teşhîr bike. Piştgirîya îttifaqa hêzên sîyasî bike.

Li Kurdistana Rojhilat rejîma Îranê teroreke bê sînor dajo! Divê Diakurd li seranserê dinyayê terora rejîma îranê teşhîr bike, pişt bide xebatên hêzen Kurdistanî.

Divê Diakurd li gor prensibên demokrasîyê ava bibe, bibe rexistineke transparant.

Divê Diakurd li gel hêzên sîyasi yên Kurdistanê hemaheng be, ne bikeve bin emrê hêzeke sîyasî, ne jî dijayetîya hêzên sîyasi bike. Divê Diakurd li derveyê welêt bibe dengê milletê kurd. Divê Diakurd li hemû dinyayê  doza milletê kurd bide naskirin.

Hêjayan,

Divê xebata pêkanîna rêxistina Diasporaya kurd serbikeve. Pêwîst e, lazim e çiqas bahane û arqele hebin ji holê bên rakirin. Çiqas xebat yan însîyatîfek hebe ji bo pêkanîna diasporaya Kurdi divê rêyekê peyda bikin da ku bi hev re bixebitin, da ku bibin yek.

Bi hêvîya serkeftinê. Rêz û silav.

Abit Gürses / Rojnamevan

30.01.2022 / Stockholm

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: