CîhanPolîtîk

Kurd û Amerîka li hev kirin

Pisporê yasadananê Tariq Herb di daxûyaniyekê de aşkera kir, Kurda li gel Amerîka û Neteweyên Yekbûyî li ser nexşya sinorên Kurdistanê li hev kiriye. Herwaha diyar kir ew xendeqên ku hatine kolandin li Başûrê Kerkûkê beşek ji axa Gûlale (Celewla) û Xaneqîn jî digre nava xwe. Tariq Herb ji bo Şefeqnewsê axift û diyar kir ‘’Ev xendeqena li Rebîa ve û li rojawa ve berbi Başûrê Kerkûk û Gûlale têne kolan li sinorê Îranê de bi dawî dibe. Pênc rêveberên Kurd di dema nivîsandina destûra İraqê li Encûmena Hûkim de bûn Celal Talabanî, Mesûd Barzanî, Selahadîn Bihadîn, Mehmûd Osman û Dara Nûredîn di dema nivîsandina destûra İraqê de wê demê li gel Amerîka û Neteweyên Yêkbûyî li ser sinorên Kurdistanê yên îro li hev kirin.’’ Di berdewama axaftina xwe de Herb dibêje: ‘’Piştî gotûbêjên dûr û dirêj navbeyna rêveberên Kurd û Amerîka û Neteweyên Yêkbûyî li ser xala 53 li destûrê de bi cîh kirin, ku li gorî vê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , rêveberê fermî yê vê xakê ye ku berî 19.03.2003 ê de lê rêveberî dikir. Ew sinorana jî, ji aliyê hewpeymanan santîm bi santîm hatin wênekirin.’’ Di dirêjeya axiftina xwe de Herb dibêje ‘’Naha cudayî heye dinav ew xendeqên ku hatine kolan û sinorê ku li gor madeya 143 ku di destûrê de heye. Ev sinorê ku naha Herêma Kurdistane bi destur hatiye diyar kirin û bi li hevkirinê hatiye destnîşan kirin. Navçeyên ku bi pirsgirêkin jî li gor madeya 140 pêwîste bête çareserkirin.’’ Balkêşe berî naha jî Parlemanterê bi navê Casim Mihemed Cefer jî diyarkir: ‘’Kurdistan naha ve kolana sinorên xwe we mijûle’’Basnews 

Back to top button