CivakPolîtîk

Kurd ji her demê behtir nêzikî armanca Barzani bûne

olîtburoya PDKê di salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de peyamek belav kir û tê de ragihand, Barzaniyê nemir riya rizgarî û serxwebûnê nîşanî neteweya Kurdî da û ew armanc niha ji her demê nêzîktir e.Îro 38emîn salvegera wefata Mela Mistefa Barzanî ye. Polîtburoya PDKê bi vê helkeftê peyamek li ser malpera fermî ya PDKê belav kiriye. Naveroka peyamê wiha ye:“38 sal bi ser koça dawî ya rêberê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û damezrênerê PDKê Mela Mistefa Barzanî re derbas dibe. Ew rêberê xebateke efsaneyî bê wêne, ew serkirdeyê ku şoreşa rewa ya miletekî mezlum û azadîxwaz xist ser milê xwe û riya gehîştin bi rizgarî û serxwebûnê nîşanî neteweya Kurdî da û ew armanc jî niha ji her demê nêzîktir e.Mistefa Barzanî ew rêber e ku pêşrewiya Kurdan kir ji bêomêdiyekê ber bi hêvî û omêdî û bawerî û paşerojeke geştir. Herwiha bi xebateke zehmet û dijwar miletek xist ser wê baweriyê ku êdî Kurd bindestî û dagîrkeriyê qebûl nekin û divê bighên mafên xwe, lewma jî em gihîştin vê qonaxa ku em niha gihîştinê.Barzaniyê nemin pirensîp û nirxên mirovdostî û aştîxwaziyê û dûr ji şerxwazî û tundiyê dabû ber çavê xwe, ev yek jî bû sedemek ku tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê wek rêbazeke rewa û bi rêz li cîhanê bê dîtin.Barzanî di demekê de dest bi xebatê kir ku dagîrkerên Kurdistanê bihêz û xwedî piştevanî bûn, Kurd jî jibilî Xwedê û rewatiya doza wan, ligel amadehiya zarokên wan bo xwe qurbanîkirinê di ber azadiyê de, ti pişt û dosteke wan tine bûn. Lewma jî berê xwe dan baweriya bi xwe û bi doza rewa ya gelê xwe.Niha di dema ku em salvegera koça dawî ya rêberê mezin bibîr tînin, Kurd ji her demê nêzîktir bûne ji serkeftin û wergirtina mafê xwe yê çarenivîsê û serxwebûna Kurdistanê re. Em li ser pirensîpên Barzaniyê nemir nêzîkî bidestxistina mafên xwe yên rew dibin û derfet ji wê yekê re hatiye pêş, herwiha pişt û piştevaniyeke navdewletî jî bo Kurdistanê heye. Tenê maye ku em di nav xwe de jî piştevaniyê hev bin û yek dil û yek bawerî bin û em ber bi çinîna berhema xebata dûrûdirêj a miletê xwe û Barzaniyê nemir ve biçin û em nehêlin ti nakokî bibin rêgir li pêşiya me. Divê em hemû di asta vê berpirsyaretiya dîrokî de bin û vê derfetê ji destê xwe bernedin.” 
Back to top button