Polîtîk

Kurd ji dev serokatiya Iraqê bernadin

Firyad Rewandizî da nîşandan, ku ti kes û alî ne li dijî kandîdkirina Celal Talebanî ji bo posta serokatîya Iraqê ne û bîr û nerînên hemû alîyên siyasî, di vê derbarê de yek in.

Di vê bêjedana xwe de Firyad Rewandizî da nîşandan, ku divê hemû alîyên siyasîyên Iraqê xwe girêdayî pêkanîna hemû bend û maddeyên destûra Iraqê bibînin.

Firyad Rewandizî di vê derbarê jî de behsa maddeya 140 kir û got, ku gerek maddeya 140 pêk bihê û deverên ku ji herêma kurdistanê hatine dabirrandin jî bikevin nava herêma kurdistanê de, da ku mafên hemû alîyan paraztî bin.

(PNA)

Back to top button