Forûma kar û civînên navbeyna Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kirin
Bi amadebûna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Zafer Çaglayan wezîrê dewletê bo karûbarên bazirganîiyê yê hikûmeta Tirkiyeyê, hijmareke wezîrênhikûmeta herêma Kurdistanê, berpirsê fermangeha têkeliyên derve, waliyê Hewlêrê, şandeya bazirganên Tirkiyeyê û hijmareke sermayedar û berpirsên şirket û kompaniyên navxwe di îv riya roj 29.06.2010ê de li lpkala şehîd Seid Ebdula li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê Forûma kar û civînên navbeyna herêma Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kirin û dê du rojan berdwam bikin.
Di peyvekê de Berhem Sailh kêfxweşiya xwe li hember sazkitin Forûmê diyar kir û got: “Em vê Forûmê piştî serdana serketî û dîrokî ya cenabê serokê herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê saz dikin ku di wê serdananê de bi awayekî fermî weke serokê herêma Kurdistanê di bilindtirîn astê komara Tirkiyeyê pêşwazî lê hat kirin. Di civînan de behsa hûrgiliyên têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê kir û yek ji wan pirsên giringên têkeliyên navbera me û Tirkiyeyê pêve dibin pêşvebirina sewiya hevkarî û bazirganiya navbera herêma Kurdistan û tevaya Îraqê digel Tirkiyeyê bû.”
Serokê hikûmetê hêvî kir ku şandeya sermayedar û kompaniyên Tirkiyeyê û kompaniyên sektora taybet yên herêma Kurdistanê bi hev re bikarin aqarekê baş ji bo berevpêşbirina têkeliyên herêma Kurdistanê û Tirkyeyê pêkbînin û pirojeyên hevbeş ku xizmeta her du aliyan bikin encam bidin.
Serokê hikûmetê got: “Wxtekî bi çavekê wisa li herêma Kurdistanê dihat nêrîn ku ew ji bo dewletên cîran xeter e. Lê belê îro bi kiryar het îspat kirin ku emniyeta rewşa herêma Kurdistanê û hikûmeta wê û mafên rewayên gelê xelkê Kurdistanê hokarekî giring yê aşitî û emnieyeta sertaserî Rojhilata Navîn in. Em dixazin li ser bingehê berjewendiyên hevbeş dûr ji şidetê têkeliyên xwe di hemû waran de pêşn bixin. Bi dîtina me berjewendiyên me di warê siyasî, aborî û emniyetê de hevbeş in.”
Salih di axaftina xwe de daxaz ji dewletên cîran kir ku serweriya axa û berjewendiyên xelkê nKurdistan û Îraqê li beîavan bigirin û teduxala karûbarên me yên navxweyî nekin, çunkî ”em jî rê nadin ku herêma Kurdistanê bibe bingehê tehdîdî bo ser cîranên me.”
Serokê hikûmetê got: “Di sala 2007ê de rêjeya geşkirina dahatiyê netewî li Îraqê ji %1.5 bû. Di sala 2009ê de ji bo ji %4.3 bilin bû. Îsal jî li gor texmînên bankaya navdewletî bo ji %7 bilind dibe. Li herêma Kurdistanê jî ji % 10 bilindtir e. Îsal xerciyê hikûmeta herêma Kurdistanê 10 milyar dolar e.
Di sala 2003ê de dahatê tak (ferd) îraqî 465 dolar bû, îsal li gor texmînên bankaya navdewletî dibe 3600 dolarên amerîkî. Li herêma Kurdistanê dahatê tak (ferd) 4500 dolar zêdetir e. Ev jî nîşana pêşketê ye.”
Her di civînê de Zafer Çaxlayan wezîrê dewletê bo karûbarên bazirganiya Tirkiyeyê di peyvekê de behsa têkeliyên dîrokiyên navbera Tirkiyeyê û gelê kurd, bi taybetî di warê çandî de kir. Herwesa wî behsa wê zilim û zordariya di serdemên cihê de û bi taybetî di serdema rijêma jinavçûyî de bi serê gelê kurd hatine kir.
Çaxlayan: “Têkiliyên me digel birayên kurd, bi taybetî di asta aborî û bazirganiyê de gihiştiye asteke baş. Ez hêvîdar im têkiliyên me bihêztir bin. Tirkiye dixwaze di vê herêmê de aştî, birayetî û bihevreyî hebe da ku giringî bi têkiliyên aborî bê dayîn. Em wek Tirkiye amade ne ji bo vê yekê jî kar bikin. Em di paşerojeke nêzîk de kanalên zêdetir ên têkiliyê digel herêmê vekin. Di bernameya me de ye heta 4 salên din qebareya bazirganî û aboriyê di nevbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de, di salekê de bigihîne 20 mîlyar dolarî ku nuha nêzî 7 mîlyar dolara ye.”
Paşî Sînan Çelebî wezîrê pîşezazî û bazirganiyê, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Semîr Ebdula wezîrê şaredarî û tûrîzmê yên hikûmeta herêmas Kurdistanê û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê di civînê de gotar pêşkeş kirin