Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl got, ku kurd ji gefên Bexdayê natirsin û daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku ji bo di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de şer dernekeve, civaka navdewletî were ser xetê.Piştî aloziya li ser sînorê Kerkûkê, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl bi tevê hêzeke mezin ê pêşmerge û bi çekên giran gihişte bajarê Kerkûkê.Resûl ji Rûdawê re got: “Hikûmeta Iraqê gefan dixwe û hêz aniye nêzîkî Kerkûkê. Lê pirsgirêk bi gefxwarinê û bi bikaranîna hêz çareser nabe.”Kosret Resûl da xuyakirin, ku ew dixwazin pirsgirêk bi şêweyeke dadperwerane û bi riya guftugoyê werin çareserkirin.
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Nêçîrvan Barzanî: Divê hilbijartin bi rizamendî û beşdariya hemû aliyan bê kirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Erdogan serdana Hewlêr jî dike!17/04/2024