Kurd hewcedarî rûh û şiûra serxwebûnê, hiqûqa demokratîk ya Komara Kurdistanê ne

Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja meşand. Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin..

 Îbrahîm GÛÇLÛ

Komara Kurdistanê a Mehebadê, di 22. 01. 1946an de ava bû û di dîroka nêzik ya Kurdistanê de bûyereke gelek girîng û dîrokî bû. Divê kurd him Komara Kurdistanê baş nas bikin; him jî, ji Komara Kurdistanê ders werbigrin. 

Wek tê zanîn Kurdistan, di sala 1639an de bi peymana Qesrî Şêrîn di navbeyna Împaratorîya Osmanî û Farisî de bû du beş. Bi beşbûna Kurdistanê, jiyana neteweya kurd jî beş bû, mejî, serî, aqlê neteweya kurd jî, ji hevûdu dûr ket. Her ku di ser re wext derbas bû, di navbeyna herdu beşên Kurdistanê de eleqe qut bû.

Di navbeyna her sê beşên Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê de duwarên biyanîbûnê û eleqeyên qutbûyî bi ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê rabû. Her kurdek bi riya Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed rojhilatê Kurdistanê nas kir, di serê xwe de neqiş kir.

Damezirandina Komeleyê û PDK a Îranê                                  

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, neteweya kurd teslîmê kolonyalîst û dîktatoran nebû. Ji bona ku mafên xwe yên neteweyî werbigre di sala 1921an de li jêr rêberiya Simko Axa serhildanê dest pê kir. Simko Axa, di demeke kurt de hemû Rojhilatê Kurdistanê azad kir. Hezar mixabin, bi fenûfût û xapandina dewleta Îranê Simko Axa dîl ket û li Şînoyê hate daleqandin.

Piştî serhildana Simko Axa, li Rojhilatê Kurdistanê talan, hovîtî û zulmê dest pê kir û heta sala 1940î domand.

Di sala 1941an de Îngilîz û Emerîkayê başûrê Îranê, Yekîtiya Sowyetê jî bakurê wê dagir kiribûn. Mehabad di bin bandor û desthilatdariya tu welatan de nebû û ciyekî azad bû. Bajarê şêrîn Mehabad di heman demê de navenda çand û nasyonalîzma kurd bû. Li Başûrê Kurdistanê jî komeleya Hîva ava bibû û dixwest ku bi Mehabadê re hevdîtinê pêk bîne û ji bona vê Fermandar Mîr Hac û Fermandar Mistefa Xoşnav şandibû Mehabadê. Di bin rêberiya Mele Dawûd de bi 15 welatparêzên Mehabadî re hevdîtin pêk anîn, di encama pêşniyaran de ev berpirsiyarên komeleya Hîva, komeleya Jiyaneweya Kurd li sala 1942an bi şertê ku gelên Îranê bi piştgiriya Ordiya Sor ji desthilatdariya Riza Şah bêtin azadkirin, hat avakirin. Komele bi awayekî îllegal ava bû.

Pêşewa Qazî Mihemed jî yek ji endam û berpirsiyarên Komeleyê bû. Piştî demekê ji bona ku Komeleyê bersîva hewcedariyên Tevgera Rojhilatê Kurdistanê neda, biryar hate girtin ku partiyek ava bibe. Qazî Mihemed jî wek serokê partiyê bê hilbijartin.

PDKa Îranê, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî ava bû. Wek tê îddia kirin, PDKa Îranê bi destê Yekîtiya Sovyetê nehat avakirin. Hewcedariyên neteweya kurd bû sedem ku partiyeke netewî û demokratîk bê avakirin

Di navbeyna programa Komeleyê û PDKa Îranê de ferqek tune bû. Lêbelê Komele di helwesta xwe de zêdetir Kurdistanî bû û PDKa Îranê herêmî bû.

Avabûna Komara Kurdistanê…

Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.

Pêşewa Qazî Mihemed jî di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:

“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.

….”     

Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî di axavtina xwe de damezirandina dewletê îlan kir. Pişt re Komîteya giştî ya partiyê civîya, Qazî Mihemed wek serokkomar hilbijartin. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikumetê ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat:

Hikumeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin,  pejirand.

Projeyên ku Hatin Pêkanîn…

Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karê gelek hêja meşand. Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêtin. Makezagoneke gelek demokratîk pejirand. Komara Kurdistanê girêdayî makezagonê gelek proje û xebatên girîng pêk anî.

*Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî.

*Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.

*Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.

*Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.

*Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan.

*Wek peymaneke civakî makezagon amade bû: Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.

*Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatibûn kirin.

                                         *****

Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi piştgirî û beşdarbûna hemû beşên Kurdistanê ava bû. Vê yekê di nav hemû kurdan de rûhekî nû çêkir. Rûhê yekîtiya Kurdistanê û neteweya kurd xûrt kir. Baweriya yekbûna Kurdistanê pêş xist.

Komara Kurdistanê ya Mehabadê, bi şiûreke serxwebûnê ava bû loma jî  dewleta Kurdistanê ava bû.  Tê zanîn ku di avabûna Komara Kurdistanê de Yekîtiya Sovyetê piştgir bû. Di destpêkê Yekîtiya Sovyetan, ji Serokkomarê Kurdistanê û hevalên wî daxwaz kir ku PDK a Îranê wek seksiyoneke Partiya Demokratîk a Azerbeycanê ava bibe. Serokatiya Rojhelatê Kurdistanê ev daxwaza bi awayekî qetî red kir. Dîsa Yekîtiya Sovyetan  girêdayî vê daxwzê ji serokatiya Kurdistanê daxwaz kirin ku Kürdistan bibe otonomî û beşek ji Dewleta Azerbeycana Demokratîk. Serokatiya Rojhelata Kurdistanê ev daxwaza jî red kir. Ev helwesta Rojhelatê Kurdistanê jî diyar kir ku li Rohelatê Kurdistanê û Komara Kurdistanê şiûreke neteweyî ya bilind heye. Ew şiûra neteweyî jî civakî ye û di laşê neteweya kurd de cîh girtiye.. Ev şiûra bingeha şîûra serxwebûn û Dewleta Kurdistanê ye. 

Komara Kurdistanê, piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn ava bû. Di dawiya Şerê Cîhanê de pelê siyasî ya xurt demokrasî bû. Rejîmên demokratîk ava dibûn û pêş dilkketin. Serokatiya PDK a Îranê jî demokrasî pejirandi bû û gorî pîvanên demokrasiyê ava bibû. Dema ku Komara Kurdistanê jî ava bû, rejîma demokrasiyê hat pejirandin. Gorî demokrasiyê jî hiqûqek hat damezrandin. Makezagoneke demokratîk hat amade kirin û pejirandin.  Di makezagonê mafên ferdî û grûbî, mafên jinan û kêmneteweyan û ol’an û mezheban hatin qebûl kirin.

Li Komara Kurdistanê bi helwest a Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, hiqûqeke neteweyî û wekhevî û piştgirî di navbera beşên Kurdistanê de ava bû. Serok Mele Mistefa Barzanî her çiqas xwediyê hêzeke mezin bû jî, bû serleşkerê Komara Kurdistanê û di xizmeta Kurdistanê de xebata xwe meşand. Biryarên Hikûmeta Komara Kurdistanê pîroz qebûl kir û cî bi cî kir. Tu demê nefikirî ku bi hêzbûna xwe destwerdana Komara Kurdistanê bike. Ji bona jiyan û pêşketina Kurdistanê hemû hêza xwe bi kar anî.

Bê guman di qonaxa îro ya ku Kurdistan û neteweya Kurd tê de ye jî,  li hemû beşên Kurdistanê hemû kurd û kurdpewerwer hewcedarî ev hêyayiyên Komara Kurdistanê ne.

Divê ev hêjayiyan bi awayekî nû zindî bibe û di Tevgera Kurdistanê de bibe çandekê.

Ev çanda di hemandem de ji bona xûrtbûn û neteweyîbûn û demokratîzebûna Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê jî pêwîst e.

Diyarbekîr, 20. 01. 2023

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: