Civak

Platforma Dezgehên sivî êrîşa Mêrdînê şermezar kirin


Li ser êrîşa li dijî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ku li ser rêya Nisêbîn- Mêrdînê hat kirin û di encamê xwe 5 welatiyên ji Duhokê jiyana xwe ji dest dan, Platforma Dezgehên Sivîl li bajarê Mêrdînê, ku ji 61 dezgehên sivîl pêktê daxuyaniyek dan û gotin: “ji bo ku bûyerên wisa careke din rûnedin, divê lêpirsîn bi awayekî şefaf were rêvebirin”.

Platforma Dezgehên  sivîl li bajarê Mêrdînê derbarê êrîşa ku 5 hemwelatiyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dayîn de, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin..

Di daxuyaniya hevbeş de dezgehên sivîl dibêjin: “5 kesên ku ji cîranê me yê bajarê Duhokê bi rêya Xabûrê derbasî welatê me bûn û li ser rêya Nisêbîn-Qoserê bi êrîşeke hovane hatin qetilkirin. Em ji bo qurbaniyan rehmet û ji malbatên wan ên xemgîn re sebr û sersaxiyê dixwazin. Ji ber desteserkirina gumanbarên kuştinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û radestkirina wan bo dadgehê, em spasiya xwe dikin.”

Berdewamiya daxûyaniyêde dibêje: “Lê belê, hêviya me ew e ku bûyerên bi vî rengî ti car rûnedin û derfet nedin vê yekê. Em hevxemê birayên xwe û cîranên xwe ne, ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Em kujeran bi tundî şermezar dikin. Em hêvî dikin ku lêpirsîna dozê bi awayekî şefaf û bi hûrgilî were meşandin.”

Back to top button