Cîhan

Kurd hevpeymaniyên me yê serekene

 Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di konfransa rojnamevanî ya heftane ya  de, derbarê bûyerên li Iraqê û Herêma Kurdistanê bersiva çend pirsan da.Heather Nauert li ser biryara hikûmeta Iraqê ya bo qedexekirina Rûdawê û Kurdistan 24ê û kuştina rojnemevanên Kurd got: “ Em ji hemû bûyeran ne agahdarin, lê em dizanin ku rojnemevanek kurd  li Kerkûkê hatiye kuştin, em bi tevesîl her tiştekî nizanin lê agahî digihin me. Herwiha em agahdarê wê yekê ne, ku medyayan li gel hikûmeta nevendî girift hene. Bi giştî nêrîna me derbarê azadiya medyayê de nehatiye guhertin û em dibêjin, ku azadiya medyayê û karê rojnamevaniyê bo prosesa demokrasyiya her welatekê giring e.”Heather Nauert derbarê Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge de jî tekez kir: “Me rêzeke mezin bo qehremanî û mêrxasiya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de heye. Di vê derbarê de helwesta me ti demî nehatiye guhertin û em wan weke hêzeke bi bandor dibînin.”Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê bi terorîst naskirina serkirdeyê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û fermandeyên din ên Heşda Şeibî de got, ku ew naxwaze li ser vê mijarê biaxive û destnîşan kir: “Niha fokusa me li ser wê ye ku Kurd û Iraqî dest bi gotûbêjê bikin, min ew kesê ku hûn dinasin, Ebû Mehdî Muhendis, yek ji wan kesan e ku ji sala 2009ê ve di lîsta terorê de ye.”Di beriva pirsyarekê de ku gelo hêzên iraqî çekên giran ên amerîkî li dijî Kurd bi kar tînin, Heather Nauert diyar kir: “Tekez me çek dabîn kiriye û me rahênan bi hêzên Kurdî û hêzên hikûmeta Iraqê kiriye. Em dizanin hin pirsyar di vê bareyê de hatine kirin, lê belê me bi ti awayekê çek nedaye wan grûpan û me piştgirî nedaye wan aliyên ku weke terorîst hatine naskirin û mafên mirovan jî binpê dikin û di bin desthilata hikûmeta Iraqê de jî nînin, helwesta me di vê bareyê de gelek zelal e.”

Back to top button