Kurd, Ermenî û Arinç
Parlamentoya Fransî bi 50 parlamenteran ve kombûye û “Înkarkirina tevkujiya Ermeniyan” qedexe kiriye.
Ziravê Tirkiye diqete.
Wek pêkenoka Xoce Nesrettîn, tişta ku di gomê de winda kiriyê, em jî di pirsgirêka Ermeniyan de hêrsa xwe li Fransiyiyan tînin. Çimkî hesantir e.
Em kumê nayne ber xwe û nabêjim gelo di 1915ân de çi qewimiye.
Pêşengên îttîhadiyan hêsan mirov dikuştin. Bi taybetî Enver Paşe bi Almanan re karên wek mirov dikare bihesibîne ji ‘dewletê re îhanet kiriye’ pêk aniye.
Kom bi kom Ermenî kuştin, jin, mêr, zarok, pîr qir kirin.
Wek zanîna min kes nabêje hatine kuştin lê dibêjin ‘dema diçûn surguniyê li rê mirine’ an jî ‘wana jî Misilman kuştîne.’
Xêncî Ermenitiyê çi pêwendiyên li sînorê Uris Misilman kuştinê û xanima Bursayê, kalemêrê Malatyayê, zorokê Edeneyê hene?
An jî ev çi rêwitiyeke ku bi hezaran kes di rê de mir?
Redkirina gunehên îttîhadiyan mirova dike hevparê gûnehên wan, mirov bi wî şiklî dibe xwedî gunehên wan.
Dev ji Fransiyan berdin, a rastî bejin; hûn çima dibin şirîkê gunehên kujerên îttîhadiyan?
Heke hûn xwedî li fema kujtinên îttîhadiyan yên ku xwe welatparêz dihesibandin derdikevin, gelo hûnê xwedî kuştinên wan jî derkevin?
Vê femê lêda Eli Şükrü Beg kuşt. İskilipli Atif Xoce vana dardakir, li Dersimî bi gazan hezar kes dîsa vana xeniqand, Şêx Seîd kuştin, dîsa heman femê cihê merzelê Seîd Nursî windakir, derbeyên eskerî jî vana kir, Deniz Gezmiş û hevalên wî dîsa vana kuşt.
Hûn hevparê van karanin jî?
Li ber me kuştinên Susurlukê hene.
Ergenekon heye.
JİTEM heye.
Sê hezar gundên şewitî yên Kurdan, bi hezaran Kurdên ku li kuçeyan hatine kuştin hene.
Hûn çawa bawer dikin, ez kar kîjan femê kir?
Di luleya ku 1915’an xwîna Ermeniyan herikî de xwîna van jî herikî.
Heke hesaba sala 1915’ê dê bihata dîtin û nê dadgeha Osmanî ya li Stenbolê, li dadgeha Cumhuriyêtê ya li Enqerê bihata darizandin kuştinên paşê û qetliamên paşê çênedibûn.
Lê me cumhuriyeteke wisa ava nekir.
Me gunehên berê hilda ser stuyê xwe û gunehên nû jî kir.
Çimkî gunehên hesap lê nehat pirsîn rêya gunehên din verir, gunehên din jî rêya suçên nû vekdike.
Vekir jî.
Heke em dixwazin Tirkiyek nû avabikin gere em xeletiyên berê bibînin.
Çimkî bi çav girtinê, bi înkarê, bi tune hesibandinê pêşerojeke zehm nay avakirin.
Tirkiya ku ji Dersimîyan lêborîn xwest dê ji Elewiyan, Kurdan, Ermeniyan jî lêborînê bixwaze.
Di nav wê taritiya bereday de mirov ronahiyên hêvidar jî dibîne.
Em hêvî dikin ku axaftina Bülent Arinç ya li meclîse kir bibe fîştoqa nîşanê ya heyama nû. “Naskirina nasnameya Kurd mijareke pirr girîng e. Heke li vî welatî yek bêje ‘ez Kurd im ji nasnameya xwe şanazim û dixwazim bi vê rastiya xwe werim naskirin’ divê em rêz nîşanê wî kesî bidin. Naskirina nasnameya Kurdan mijareke pirr girîng û mafên mirovan e. Kî xwe çawa dibîne Kurd, Ereb, Boşnak ferq nake e mê rêz nîşanî wan bidin û mafên wan bigrin binê siya qanûna bingehîn. Em ê rêz nîşanî hemû nasnameyan bidin û hemû mafên nasname û mafên qanûna bingehîn ya wan bidin.”
Jixwe divê Tikiyê wan bike, welatêkî ku dixwaze bibe medenî divê van gavan biavêje.
Heke wedên Arinç werin bi cîh, vegerîna ganûna bingehînî bibe, Kurd mafên xwe bigrin, welatê me bi ronî û ewlahî bibe, ü
Heke em û Kur dli vî welatî hekhev bin êdî hewca nabîne ku parlamentoya Fransaî mijara Ermeniyan bigre dest, yekî wek Arinç wêrek dê derbarê mijara Ermeniyan de rastiyan bê tirs bêje.
Arinç ev axaftina li ber Serokwezîr Erdoğan û bi navê hikumetê kir, dê vê wateyê ku hikumet jî ramanên wî dipejirîne. Divê em wan pîroz bikin.
Lê gere em vana jî bêjin: “Deh salê hûn di desthilatê de nin, êdî bikin, van wedan bi cîh bînin, egle nebin.”
Alîkariya me bikin ku em him paşêrojê re him jî pêşerojê re li hev werin.
Wî çaxî xêra wê ji şerkirina Sarkozy zêdetir bigihîje vî welatî.
Ahmet Altan
Xeberenkurdi.com