Kurd erdên xwe difroşin ereba
Li gora pêzanînan, kurdên Kakeyîyên bajêrê Daqûq û dora wê, zevîyên xwe yên çandinîyê difroşin Ereban. Bajêrê Daqûq li başûrê parêzgeha Kerkûkê ye û yek ji deverên dabirayî yê herêma Kurdistanê ye. Ji bilî kurdan, ereb û turkman jî tê de ne û kurdên van deveran jî, kakeyî ne. Firoştina xak û zevîyên çandinê yên kurdên kakeyî, bûyereka bi tirs û xeter e û gerek haya kurdan jê hebe.
Serokê encûmena bajêrê Daqûq Emîr Xwakerem di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku ev bûyera han rast e û hemû kurdên deverên Daqûq, Topzawa, ElîSeray û hinek deverên din, zevîyên xwe yên çandinê difiroşin Ereban.
Emîr Xwakerem weha jî da xuyakirin, ku ti arêşe (problem) li ser evan zevîyan nînin û hemû jî tapokirî ne û xwedanên wan kurd in. Belê mixabin, ku kurd xaka xwe difiroşin û jê jî bar dikin.
Li gora pêzanînan jî, heta niha ji % 2 ji zevîyên kurdan hatine firoştin û ereban ji xwe re kirîne. Bi vî awayî jî, dê ev deverên han hemû bêne erebkirin û dibe ku arêşeyeka mezin li ser vê pirsê çê bibe.
Emîr Xwakerem weha jî da nîşandan, ku wan gelek caran di vê derbarê de agahdarî dane partîyên siyasîyên herêma Kurdistanê, belê heta niha jî ti bersiv ji wan re nehatine.
Emîr Xwakerem daxwaz kir, ku partîyên herêma kurdistanê di bareya evê pirsa giring û xeter de bê deng nemînin û çareyekê jî jê re bibînin.
Nûçe: Akam Fehmî / Kerkûk