Çandar:Ji bo rûmeta tirkbûna xwe perwerdeya kurdî diparêzim
Rojnamevanê Tirk Cengîz Çandar ku beşdarî Pêşangeha Pirtûkên Kurdî a 4an ku ji aliyê KOMKAR-EUyê ve hatiye pêkanîn, di panela jêrnavê “Di çareseriye pirsgirêka Kurd de rola çapemeniye Tirk” gotarek pêşkêş kir û balkişand ser girîngiya perwerdeyiya bi zimanê zikmakî.
Sedat Karakaş
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu, 4. Peşangeha Pirtûkên Kurdî, bi beşdariya nivîskar-şair û kesayetiyên Kurd û Tirk pêk anî. Pêşangeha ku di bin şîara „Perwerda Zimanê Dayikê Mafeke Bingehîn ya Mirovî ye!“ hat li dar xistin, 15-17.10.2010´an de li Elmanyayê, bajarê Bottropê hat li dar xistin.
Pêşangeh, bi kokteylek hat vekirin. Despêka peşangehê da Şaredara Bottropê Sitî Budge, Berpirsê Entegrasyonê Dieter Pillath, Serokê KOMKAR.eu Kovan Amedî axaftin. Budge û Pillath bal kişandin pirsa entegrasyonê û dan zanîn ku nufûsa bajarê Bottropê nêzî 140 hezar e û li vî bajarî bi 100 zimanan tê axaftin. Herdu jî, kar û xebatên KOMKAR.eu û yên HEVALTI-Bottropê giring nirxandin. Kovan Amedî ji xêrhatin li mêvanan kir û ji bo pişgiriyê spas li panelîst û beşdaran kir.
Roja duduyan bi gotara Xelîl Duhokî (Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Taxa Duhokê) despê kir. Duhokî, pirsgirêkên zaravayê Kurmancî li Başûrê Kurdistanê şirove kir û da zanîn ku rewşenbîr û gelê Kurmancîaxêv bi giştî hewl didin ku Kurmancî bibe zaravaya fermî li herêma Kurmancîaxêv. Duhokî her weha eşkere kir ku ji bo perwerdeya zarokan 400 mamosteyên zimanê dayikê wê bişînin herêmên ku li derveyî Herêma Kurdistanê mane, wek Şengal, Xaniqîn û hwd.
Piştre şair û nivîskar Kemal Burkay gotara xwe pêşkêş kir. Babeta gotara Kemal Burkay „Ziman û Edebiyata Kurdî“ bû. Burkay li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bi kurtî agahdarî dan û da zanîn ku Kurd ji hezar salan vir de ye li ser axa xwe dijîn. Kemal Burkay da zanîn ku ji aliyê lêkolînên zanistî va hatiye îspat kirin ku Kurd xwedî bajarvaniyek qedîm û dewlemend bûne û di navbera rorhilatê Îran, rojavayê Anatoliyê û bakûrê Mezopotamyayê dewletan ava kirine. Kemal Burkay ragihand ku bi avabûna Komara Tirkiyê ve li ser Kurdan zulm û zoreke ne dîtî hatiye ajotin û Kurd ji hemû mafên xwe yên bingehîn bê par hatine hîştin.
Kemal Burkay li ser têkilî, dewlemendî û geşbûna ziman û bajarvanî û azadiyê agahdariyên balkêş dan û da zanîn ku Kurdî zimaneke qedîm, mezin û dewlemend e, lê ji ber zulma û zora li ser qels bûye û nekariye bi pêş keve û wek her zimanî, ji bo pêşveçûn û geşbûna zimanê Kurdî jî, ji dibistanên ewlîn bigre ta zanîngehê perwerde hewce ye û her weha divê Kurî bibe zimanê danûstandinê (bazarê). Kemal Burkay pît kir ku bi azadiya ziman pirsa Kurdî çareser nabe, ji bo çareseriyê divê Kurd li ser axa xwe desthilatdar bibin. Kemal Burkay careke din da zanîn ku li Tirkiyê di her warê jiyanê da wekheviya Kurd û Tirkan ango federasyonê diparêzin.
Piştî Burkay, rojnamevan Cengîz Çandar gotara xwe ya li ser „Di çareseriya pirsa Kurd da rola medya Tirk“ peşkêş kir. Nivîskara rojnama tarafê Hilal Kaplan jî diviya beşdarî vî beşê peşangehê bibe, lê belê ji ber ku nekarî vîze bigre beşdar nebû, lê peyamek şand. Cengîz Çandar, di çareseriya pirsa Kurd da rola medya Tirkî ya mezin nehênî nirxand, rojnamevanên wek Hasan Cemal û xwe ji derveyî medya Tirk ya mezin bi nav kir. Çandar bal kişand rola rojnameya Tarafê û got ku ji aliyê tîrajê ve her çiqas Taraf rojnameyek piçûk be jî tesîra wê li ser rojeva Tirkiyê bingehîn e. Ji bo rizîna ideolijiya fermî û ji bo sistkirina deshilatdariya leşkeran li ser siyasetê, Taraf roleke giring a erênî dilîze.
Cengîz Çandar, li ser mafê perwerdeya Kurdî dîtinên xwe weha eşkere kir: „Ez ji ber du sedeman pişgiriya perwerdeya bi zimanê Kurdî dikim. Yek aliyê wujdanî ye. A duduyan jî, ji bo rûmeta Tirkbûna xwe, parastina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî wek erkekî dibînim.“
Cengîz Çandar li ser pirsekê da zanîn ku Kurdên Bakûr an divê dewletek ava bikin, an jî di nav çarçiva dewleteke wekhev û gor daxwaza Kurdan bijîn.
Piştî gotara Cengîz Çandar, Serokê KOMKAR.eu Kovan Amedî, ji bo kar û xebata wî ya li ser wekhevî û demokrasiyê û ya ji bo çareseriya pirsa Kurd ya aşîtiyane xelatek pêşkêşî Cengîz Çandar kir. Her weha ji aliyê KOMKAR.eu du xelatên rêzgirtinê yên din jî hatibûn amadekirin. Xelata Kemal Burkay, Cengîz Çandar, ya Yilmaz Çamlibel jî şaîr û nivîskar Eskerê Boyîk da.
Roja dawîn a pêşangehê da şaîr Yilmaz Odabaşi, Yelda Karataş, Edîb Çelkî, Hesûn Cewher, Hoşeng Broka,Hadî Babaşêx gotarên xwe pêşkêş kirin, helbestên xwe xwendin û bersîva pirsên mêvanan dan. Her weha Ebdullah Cindî jî gotara xwe ya li ser „Despêk û pêşdaçûna kurteçîroka Kurdî“ pêşkêş kir.
Ji bilî gotarvanan, nivîskar û rojnamevan û kesayetiyên wek Paxşan Zengene, Ronî Alasor, A. Balî, Mumtaz Kotan, Murat Dagdelen, Şukru Gulmuş, Ahmet Çamlibel, Fettah Timar, Mehmet Gultekîn, Kutbedîn Ozer, Seydo Can, Seyîdxan Kurij, Senem Çamlibel jî beşdarî peşangehê bûn û hin ji wan pirtûkên xwe îmza kirin.
Di berdewama pêşangehê da weşanxane jî pirtûkên xwe raxistin û pêşkêşî xwendevanan kirin.
(Denge Azad)