Nivîsar

Divê kurd bi kurdî biaxêvin

Li Kurdistana Bakûr her demî zimanê kurdî qedexe bû. Ne tenê perwerde bi zimanê kurdî nebû, herweha piraniya caran axavtin bi xwe jî hatiye qedexe kirin. Dema zarokêk dest dibistanê dike qet zimanê tirkî nizane. Ev sedemek bû zarokan xwe li dibistanan biyanê didîtan. Ziman nasnama miletekî û heyîna miletekî bi xwe ye.

Dema em zimanê kurdî wek nasnema miletekî bibînin û bejin heyina miletekî zimanê wî ye, divê em berê xwe bidin partiyên siyasî li Kurdistana Bakur. Rastiya partiyên siyasî di ware ziman de bibînin kêmasî û texsîr a partiyên siyasî di derbarê zimanê kurdî de zelal bikin. Gelek caran dema mirovek, dezgehek yan jî aliyek daxwaza tiştekî bike , divê ji berî herkesekî mirov bi xwe wê tiştê di kesayeta xwe de, malbata xwe de, rêxistin û dezgehên xwe de pêkbîne.

Bê goman dema mirov wan tiştan pêkneynê nayê wê wateyê ku tişta mirov daxwaz dike ne raste lê kêmasiyek di daxwaziya mirov de heye. Li Kurdistana Bakur partiyên siyasî di nav xwe de, yanî civînên xwe yên fermî de zimanê kurdî kar neanîne di şûna wê de zimanê tirkî hatiye karanîn. Hemî protokolên komiteyên nawendî yên partiyan bi zimanê Tirkiye. Nivîsandinên navxwe piranî bi zimanê Tirkiye. Heta piraniya civîn û danûstandinên hizbî bi zimanê tirkî bû.

Kongre û konferansên partiyan bi tirkî bû, daxûyaniyên partiyan tirkî bûn. Herweha gelek tiştên din.Em hemi dizanin ku gelek siyasetmedarên kurd heta berpirsên partiyên siyasî zimanê kurdî nedizanîna. Bê goman van salên dawî hinek partiyên siyasî zimanê rêxistinî kirin kurdî.Lê hêja piranî tirkî kar tînin. Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd, tirkî dinivîsînin û zimanê wan yê rojane tirkiye.Heta gelek ji wan  di malên xwe de li gel zarokên xwe tirkî diaxêvin û ji derve jî bi hewarî daxwaziya perwerda zimanê kurdî dikin. Ew daxwazî pîroze, lê dive berê mirov wê daxwaziyê ji xwe bi xwe bike.

Em hemi dizanin ku gelek kurdên beşên din yên Kurdistanê ku tevlî hinek rêxistinên kurdên Bakur bûne hemi zimanê tirkî fêr bûne. Fêrbûna zimanêkî ne kemasiye, lê di rêxistinek kurd de ji bo zimanê fermî yên pêwendiyê Tirkibe ev şermek mezine.

Dewletê bi zanebûn, plan û programekî dixwest zimanê  kurdî bi temamî ji holê rake. Siyaseta asimîlasyonê ji avakirina cumhuriyetê heta niha gelek bi zanebûn berdewam e. Lê divê em qebûl bikin ku,  kemasiyên tevgera kurd, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurd di vî warî de gelekin.

Divê ji berî dewleta tirk em kurd bi xwe li zimanê xwe xwedî derkevin, tu sedeman ji axavtina tirkî di nav malmatê de nebînin. Parastina zimanêkî ji malbatê destpê dike.

18.10.2010

Dara Bilek

 

Back to top button