Cemal BATUNYa ku ez dawî bêjim, ji destpêke ve bînim ziman: Ev şerê li Bakurê Kurdistanê dibe – ne şerê ji bo Kurd / Kurdistanê ye, ne şerê ji bo jiyanek azad, ewle û pêşerojek serbixwe ye. Ev şerê şerxwazan e ku ji bo berjewendiya xwe ya partiyetî û kesayetî, gelê Kurd û welatê Kurdistanê xistine qada şerek gemarî, herweha wêran û tehribatên giran bi ser welat û gelê Kurdistanê anî ne.Di van du-sê salên dawî de, diyar e ku ew pêvajoya ku bi navê – pêvajoya ”çareseriyê” dihate binavkirin, ne bi dilê desthilata Tirk, herweha ne bi dilê navend û hawîrdora PKK jî bûn. Her du aliyan jî, ne bi bawerî li kiryarên hevûdu temaşe dikirin û ya herî rast ne karîn baweriyek çareserî, hêviyek pêşerojek ewle û aştiyane bidin bi taybetî xelk û welatê Kurdistanê. Rêxistin, partî, desthilat ên ku ne xwedî baweriyek demokrasiyê bin, yên ku çêbûna wan ne li ser bîngeh û nirxên demokrasiyê bin, nikarin bibin avakarên demokrasî û jiyanek hevpar a aştiyane. Stress, nebawerî, konspirasyonên dualî her dem di navbeyna desthilata Tirk û navend / hawîrdora PKK de hatin jiyandin. Encam jî bû ew: ku her du aliyan lingên xwe li maseya ”çareseriyê” xistin û vegeriyan qada şer. Lê vê carê, qada şer ji çiyayan anîn nav bajarên Kurdistanê. Di nav van du – sê mehên dawî de bi sedan zarok, genc, kal û jinên Kurd bûn qurbanê vî şerê gemarî û qirêj. Bajarên Kurdistanê vala dibin, siyaseta valakirina Kurdistanê ku ji sedsalî zêdetir e siyaseta desthilat û dewleta Tirk bûye derbasî jiyanê dibe! Kurd / Kurdistan dibin qurbanê vê siyaseta zalim, tadekar û êrîşbar!…Li gor agahdariyên min ji Nisêbînê wergirtî, tenê di sinifek dibistanê de hejmara şagirtan ji 42yan bûne 20 ango ji nîvî zêdetir şagirtan ji Nisêbînê barkirin e. Dibistan terkkirin e. Baş e – çima ev siyaset a qirêj bi serê xelkê Kurd / Kurdistanê ve tê kirin? Çima pêşeroja zarokên Kurd tê tarî kirin? Çima nayê xwestin ku Kurd di nav jiyanek normal de bijîn!.. Çima Kurdan dikin qurbanê siyaseta entegrasyon û nizanim civatên ekolojik, konfederasyonê Rojhilata Navîn û ”edebiyata wilo ya fantazîk”(!). Evqas bedelên hatî dayîn jî nekarîn hevkarên stratejîk ên PKK / HDP li Rojavayê Tirkiyeyê derbasî çalakiyek dijê kiryarên dewleta Tirk li Kurdistanê bike! Yek çalakiyek piştgiriyê li Rojavayê Tirkiye, ji alî çepgîr an ”hevbendên stratejîk” ên Tirk ve nehate kirin!…Kurd neteweyek li Bakur ji 25 milyona zêdetir in. Wekî her neteweyê cîhanê, mafên wan ên çareseriya xwe ya pêşerojê heye. Van hêvî û daxwazên xwe dikarin di nav berxwedanên siwîl, şaristanî û demokratîk de bînin ziman. Ger 1-2 milyon Kurd li pêş Meclisa Tirk rûnin û hêviyên xwe yên pêşerojê – yên welatek azad, demokrat biqîrin, gelek gelek zêdetir dikarin piştgiriya raya giştî ya cîhanî werbigirin. Nimûneyên wilo yên berxwedanên demokratîk / sîwîl gelek in, tenê ew rë ya şaristanî / demokratîk bête hilbijartin… Wê demê piştgirê doza Kurd dibe raya giştî ya demokratîk a cîhanî, ne demokratên derewîn ên ”stratejîk” ên Tirk!Stockholm 17 Çileya Paşîn 2016__________________________________