
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubad Talebanî, îdîaya Tirkîyê ya ku dibêje li Balafirgeha Erbetê ya ku di 18ê Îlonê de lê hatibû xistin, endamên YPGê hene, red kir. Talabanî îdîa kir ku di dema êrîşê de tenê hêzên pêşmerge li balafirgehê bûn.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubad Talebanî, di daxuyanîya xwe de îdîaya Tirkîyê ya ku dibêje “endamên YPGê li balafirxaneya Erbetê ya Silêmanîyê hatine perwerdekirin” derewand.
Li gor agahîyan , Talabanî ku roja Çarşemê pêşwazîya şandek Yekîtîya Ewropayê kiribû, li ser îdîaya Tirkîyê got ku ew “behaneya êrişkar şermezar dikin” û tenê CTG (“Yekîneya Dijî Terorê” ya girêdayî Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê di dema êrîşê de li balafirgehê bû û got: “Hemû kesên ku di wê êrîşê de şehîd û birîndar bûne, pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û endamên yekîneya dijî terorê ne, ji bilî wan ti hêzek din li firokexaneyê nemane”.