Nivîsar

Ku peyva Kurd û Kurdîtan bi kar tê

Dilciwan Helbest

Ku peyva Kurd û Kurdîtan bi kar tê Tirk dihilçenin!

Bo çî Tirk di hilçenin? Di raberdûwê xwe de, bê çi kirine tev li cem wan tomar kirîne.  Zulmû zor û kotekî li derî însaf û ûjdan bikar anîne.  Qedexa û înkar, sergom ,zîndan kom kujî tev kirine!  Li van emelê xwe dinerin dilê wan çar kopal lê dixê, helbeta wê bi tirsin.  Gerek bigota gelî biyên Kurd me xeletî kir  me bi bexşînin. Lê mixabin vê nabêjin dibê kuro hey ji Kurda hebin tişkî bidest nexin!

Gotinek î pêşîyan heye dibêjin, ji tirsa şîr pif kir e  dew. Dibê jahr ji çêlîkê maran xelas nabê. Tirk zanin ku li kû derê Kurd misteqil bibin wê wî hesabê bi wan re bidin dîtin! Ê birano ew hesab gelekî kûr û dûre gelek girane; divê ku qapanek ji duwazdeh ritila hebê heta ku me re karibê wê mehesebê bikê. Lê ew xwe bi qetênin û xwe bi çirênin jî, li Başûr bingeh çêbûye haveyn bûye wê bimeyê.

Li Kurdîstana Başûr ew Kurdê Başûr li dinyayê hatine naskirin bi Kurdî tî, bi nasîn bûne. Bi rêza Mela Mistafa Barzani yê nemir ku wî riknê hebûna Kurd danî.

Kengî bê wê bibne dewlet, Dewleta Tirk jî zanê ku wê bibne dewlet. Lê derdê Tirko ew e ku Kurdê nav xwe hal bikê, ku Kurdê nav xwe tesvîye kirin îca îşê wî namînê bi Kurdîstana Başûr re ku bilebikê. Wî wextî Kurdîstana Başûr bibê dewlet jî ne xema Tirka’ye, wê cîrantîyê bikê ji bonî bazirganî kirîn û firotina her tiştî.

Kurdê Bakur jî ne gelek maye ku tevan bên bîşaftin; heger HDP berdewm bikê li ser koka Kurda ku malikê li wan xera dikê. Ku qedera Kurda didestê HDPê de bimînê emrê wan ma dih, gelek pazdeh sal wê tevan bibne Tirk!

Kurdê bakur gelek li ber metirsîyek e mezinin ku hem zimanê xwe ji bîr bikin û hem dînê xwe winda bikin, hem namusa xwe ji dest berdidin, wan edetê xwe î gelek comerdî mêvandar, xwedî civat, xwedî rêz û edeb, terbîya zarok û pîr û kala, wê tevan winda bikin!  Wê bibin çi? Wê bibin gû risas belkî herkes gû risas nas nakê bê çiye, ezê binivîsim gûrisas çîye? Gûrisas berê gule ji risas çêdikirin, dişera de bikartanîn ew gule wexta sar dibûn li erdê diketin.

Dûv re diçûn ew gule tanîn cardî dihelandin dikirne gule, cardî berdidan ducar û sêcar dihelandin çêdikirin, dawî nema bikêr dihat nema dibû titişt. Hingî jê re digotin, gûrisas!   Wexta ku wisa berdewam bikê wê Kurdê me bibne gûrisas.   Ji xeynî kûltûr û bawerî û ziman wê aqilê xwe jî  winda bikin nema xwe nasdikin.  Ê qewmê dinyayê Pêxemberek derdiket lê ê vana gelek pêxember derketine. Hinek a ji van a bê şert û bê mûcîze hinek bi pêxemberîtî qebûl kirin e.

Heger merev di emêlê van û tevgerê van û projê van bi fikirê ev hem li dinyayê û hem li axîretê herdûwan îflas kirin e. Boçî? Kurda bi piranî beşek mezin xwe bi çepgira ve girêdan a.  Heger ku mere li tarîx û bûyerê dinyayê xweş binerê û mere bifesilênê kesî xêr ji çepgir a nedîtîye. Ev partîyê çepgir tişkî baş nekirne li dinyayê, projê wan û xebatê wan tev dîyarin, ka çî baş kirine?

Evê fikrû ramanê wan çepin dijminê dînin, dijminê, namusê ne, dijminê netewê ne, dijminê sermayê ne. Derdê Çepgiran projê wan wekî guvaşa askerîyê ye nanê roj bi roje, serbestî hûrîtî  tuneye di qanûnê wan de!   Evê Rastgir heger hinek Feodalîzim a wan hebê jî dîsa ne lidijî olê ne namusê diparêzin hij netewa xwe dikin hinek qeyd û mercê wan hene. Hinek rêz û edebê wan hene.

Her însanekî li gorî sifat û zanebûn qabilyet a  wan pêwîrê didine wan.  Lê evê çepgir kîrê kerê dixine pisîkê de û ê pisîkê jî dixine devihê de. Kul û derdê wan ku jin û mêr garankî dinav hevde bin!  Ê birano wisa nabê tiştê ku çênebê çênabê.  Birano hinek ji me van fêlê genî ku di nava Kurda de, van dolaba digerînin em zanin û em çendek ku em dighine havdû em jev re dibêjin lê mixabin ev ne bese!

Em ewê ku jev re dibêjin ji xwe em zanin ne hewceye ku em jev re bêjin. Gerek ku em ji gelê xwe re bêjin keko wellahî em heydarin lê mixabin gelek zor e.  Ew însanê cahîl ku diserê wade cemidandine, em carna tiştna ji wan re dibêjin ew dibêjine me dibê, hûn xaînin. Em nema karin li ba wan rûnin û ne jî bi wan re suhbetê bikin.  Ka mere karê çi ji hirçê re bêjin kes nikarê edebyatê ji hirça re bêjê û bi wan bidê fêm kirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button